ÎZMÎR – Ekolojîst Ertugrul Barka, destnîşan kir ku kesê Civaka Ekolojiya Komunal wek çareseriya siyasî dîde nîşandan bê tecrîdkirin tê wateya tecrîdkirina jiyan û ekolojiyê û got: “Hilweşandina herî mezin a ekolojîk şer e. Ji bilî rakirina tecrîdê em azadiya wî daxwaz dikin.”
Rêxistina HDP’a Îzmîrê li dijî polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger da destpêkirin di roja 5’emîn de didome. Yek ji ekolojîstê girîng ê Tirkiyê Ertugrul Barka jî destek da çalakiyê û ket greva birçîbûnê ya 2 rojan. Barka got ku ew ji bo Ocalan di greva birçîbûnê de ye û ji bo dawî li polîtîkaya tecrîdê were ji bo ekolojîstan girîng e.
‘TECRÎD HILWEŞANDINA EKOLOJIYÊ YE’
Barka destnîşan kir ku Ocalan remza aştî, azadiya gelan û ji bo wan nirxa ekolojiyê ye û wiha pirs kir: “Gelo yê tê tecrîdkirin tenê Birêz Abdullah Ocalan e?” Barka di dewama axaftina xwe de wiha dewam kir: “Ocalan kesayetek ku serokatiya aştî, azadiya gelan, nirxên ekolojiyê, felsefe û polîtîk dike ye. Ji ber vê yekê jî di kesayeta Birêz Ocalan de aştî tê tecrîdkirin. Dema mutabakata Dolmabahçe pêk dihat di wê pêvajoyê de li Tirkiyê xwîn ne dibariya. Piştî mase hat qulibandin em dibînin li Tirkiyê çi tên qewimandin. Hilweşîna herî mezin a ekolojiyê şer e. Bêguman di şer de beriya her tiştî mirov jiyana xwe ji dest didin. Daristan tên şewitandin û avê qirêj dikin. Hewa û ax tê qirêjkirin. Di encamê de ahengiya ekolojiyê xera dibe. Em wek ekolojîstan ne mimkûn e şer qebûl bikin û di kesayetiya Birêz Ocalan de tecrîdê qebûl bikin.”
'JI TECRÎDÊ WÊDETIR EM AZADIYA WÎ DIXWAZIN’
Barka destnîşan kir ku Ocalan li dijî talankirinê wek çareserî Civaka Ekolojîk a Komunal pêşkêş dike û got: “Kesek Civaka Ekolojiya Komunal wek çareseriya siyasî dîde nîşandan bê tecrîdkirin tê wateya tecrîdkirina jiyanê. Kesayetek wek Birêz Ocalan ji bo parastina ekolojiyê xwedî fikr û ramanek kûr e li cîhanê kêm in. Ji ber vê yekê jî ev tecrîdkirin nayê qebûlkirin. Ji tecrîdkirinê wêdetir em azadiya Birêz Ocalan daxwaz dikin. Divê demil dest bi Birêz Ocalan re hevdîtinên aştiyê dest pê bikin.”