ENQERE – Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê dimînin, bi rêya nameyekê zextên li girtîgehê vegotin. Parêzerên Buroya Hiqûê ya Gel bi lêgerîna tazî re rû bi rû man û nameya ku ji Nuriye Gulmen re şandin jî hat sansurkirin.
Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê tên girtin, binpêkirinên mafan bi rêya raporekê aşkera kirin. Girtiyan rapora binpêkirinên mafan bi rêya nameyekê şandin û aşkera kirin ku piştî OHAL'ê binpêkirinên mafan zêde bûne, banga hestewariyê kirin. Di rapora girtiyan de nebirina nexweşxaneyê, cezayê dîsîplînê, qedexekirina name û weşan, gelek binpêkirinên mafan hatin rêzkirin.
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ
* Rêveberiya girtîgehê bi hincetên wekî "greva birçîbûnê", "di navbera du hucreyan de bi pend tişt dane hev û standine, dayîna vexwarina li hev û standinê" cezayên dîsîplînê birîn.
* Dozgeriya Înfazêya Sîlîvriyê li Alî Onal re 5 meh "qedexeya hevdîtinê", 6 meh "tevlêbûna şahiyan qedexe ye", 6 mehan "ji ragihandinê men", cezayekê şermezakirinê û 7 roj jî "cezayê hucreyê" birîn.
* Li Riza Ozçolak 3 mehan "qedexeya hevdîtinê", 6 meh "cezayê ragihandinê" û cezayekê şermezarkirinê birîn.
* Li Remzî Uçar 17 roj "cezayê hucreyê", 3 meh "qedexeya hevdîtinê" 3 meh "ji şahiyan dûr" û "cezayê şermezarkirinê" birîn.
* Li Huseyîn Sungu 6 meh "qedexeya hevdîtinê" 2 caran jî "cezayê şermezarkirinê" birîn.
* Li Mehmet Manas Doganay 8 meh "qedexeya hevdîtinê", 2 caran jî "cezayê şermezarkirinê" birîn.
* Li Hasan Farsak 10 meh "dê kes neçe serdana wî" 2 mehan "dê bi ziyaretvan re hevdîtinê neke" û 2 caran jî "cezayê şermezarkirinê" birîn.
* Li Şerîf Turunç 10 mehan "dê kes neyê serdana wî", 3 mehan "qedexeya hevdîtinê" û 2 caran jî "cezayê şermezarkirinê".
* Li Tahsîn Saglatici 9 meh "qedexeya ziyaretê" û 2 caran jî "cezayê şermezarkirinê" birîn.
* Li Îlyas Kazan û Firat Kil mehek "qedexeya ziyaretê", li Musa Kurt û Uumut Gunduz Altun 5 roj "cezayê hucreyê" hat birîn.
ÎŞKENCE Û ÊRÎŞÊN FÎZÎKÎ
* Girtiyên ji Dozgeriya Înfazê ya Sîlîvriyê birin nexweşxaneyê, bi hincetên wekî kameraya di rîngê de girtine, bi êrîşa serbazê cendirmeyan re rû bi rû ma. Di êrîşê de berçavka Remzî Uçucu, Riza Ozçolak û Îlyas Kazan şikestin. Tahsîn Sagaltici yê milê wî şikesî bû, hat îşkencekirin. Girtiyên ku ji rîngê peya kirin, destê wan ji piştê ve hat kelepçekirin, di nezaretê de Riza Ozçolak û Mehmet Manas Doganay hatin îşkencekirin. Di êrîşê de Remzî Uçucu, Îlyas Kazan, Musa Kurt, Huseyîn Sungu, Şerîf Turunç, Firat Kil, Alî Onay, Hasan Farsak, Tahsîn Sagaltici birîndar bûn û laşê wan reş û şîn bû, ji ber kelepçeyê zendên wan birîndar bûn. Ji ber îşkenceyê girtî rakirn Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê.
* Di revîrê de Hasan Farsak û Îlyas Kazan hatin îşkencekirin. Girdiyanan bi milê Hasan Farsak girtin û bi hewldana şikandinê bi erdê re kaşkirin. Gardiyanan serê Îlyas Kazan li derenceyan dan û bi pehn û çêran heqaret lê kirin.
* Parêzerên bi navê Behîç Aşçi, Ozgur Yilmaz, Suleyman Gokten, Aytaç Unal û Engîn Gokoglu di ketina girtîgehê de, destpêkê çilê wan hat derxistin û piştre îşkence li wan kirin.
Zextên li ser girtiyan bi vê re sînor nîne û di demên dawî de nameyan nadin wan û maneyên ku ji girtiyan re diçin jî tên sansurkirin. Ji van sasuran yek jî dan ser nameya Nuriye Gulmen. Dîsa gelek girtiyên ku ji wan re pirtûk tên şandin, pirtûkên wan tên desteserkirin. Dîsa mafê sohbeta ji bo 10 kesan di hefteyê de 10 saet e û ev mafa jî ji destê girtiyan hatiye girtin.
Girtiyan aşkera kir ku di hewşên hewagirtinê de kamera hene û 24 saetan tên şopandin. Girtiyan herî dawî der barê mafên ku hatine xespkirin de jî agahî dan û piştrast kirin ku tiştên ji kantînê dixwazin nadin wan, girtiyên dixwazin derkvin revîrê 10-15 rojan tên rawestandin, alavên ji kirtasiyê dixwazin nadin wan, dîsa mafên wan ên daxwaznameyê hatiye astengkirin.