AMED – Mamosteyên endamên Egîtîm-Sen’ê yên hatin îxrackirin, anîn ziman ku mamosteyên bi sepandinên netewperest dibin rojev bi polîtîkayeke zanebûnî hatine gihandin.
Îktîdara ku endamên Egîtîm Sen’ê îxrac dike, di polîtîkaya perwerdehiyê de jî xeteke netewperest esas digire. Li Bismila Amedê mamosteyek propagandaya MHP’ê kir, li pêşdibistaneke li Sêrtê li ser eniya xwendekarekî nîşaneya ala tirk hat çêkirin û li Şirnexê jî axaftina kurdî hat qedexekirin. Mamosteyên endamên Egîtîm Senê yên hatin îxrackirin, rewşa dawî ya perwerdehiyê vegotin. Havva Karahanci, diyar kir ku îktîdar bi KHK’yan derdora muxalîf ji xwe dûr dixe û ji ber Egîtîm Sen li hemberî polîtîkayên îktîdarê yên şaş sekiniye hedef hatiye girtin.
Karahanci, der barê perwerdehiya netewperest ku di demên dawî de bi awayekî zêde dibe rojev de axivî. Karahanci balê kişand ser rewşa ku li Bismilê, Sêrtê û Şirnexê xwe da der û wiha got: “Ji dema Komarê heta niha li ser kurdan polîtîkayên asîmlasyonê hene. Lê ji ber OHAL’ê careke din xwe dide der. Ev nêzîkatî, kîn û nefrete zêde dikin. Di civakê de tu beramberiya vê ferasete tune ye. Dema mirovan digirin kar kesên feraseta wan nêzî ya wan e digirin. Mamosteya nîşaneya gurgeboz kir mînaka herî berbiçav e.”
Mamoste Mehmet Nûrî Ozdemîr ku bi KHK’ê hat îxrackirin dest nîşan kir ku piştî ew hatine îxrackirin nêrîneke netewperest bûye serdest û wiha got: “Li Tirkiyeyê hemû îktîdar dema dixitimin, meseleyê vediguherînin meseleya welat. Paşê êrîşî xeleka herî nerm dikin. Em kedkar yek ji vana ne. Elewî, jin yek ji vana ne. Bi vî awayî hewl didin qadê ji xwe re vebikin.”
Perwerdekar Îkram Atabay jî, dest nîşan kir ku ji ber wan tiştên ku divê li welatekî demokratîk hebin kirine hatine îxrackirin û wiha got: “Di nêvengeke ku mirin hatiye pîrozkirin de, me jiyanê parast. Me perwerdehiya bi zimanê dayikê parast.”
Atabay, anî ziman ku bedêl çi dibe bila bibe ew ê dev ji tiştên ku ew diparêzin bernedin. Atabay, got ku dewlet polîtîkayeke yekparêz, netewperest esas digire. Atabay, got ku mufredateke olî li civakê tê ferzkirin û wiha got: “Kesên vê polîtîkaya perwerdehiyê diparêzin ‘wek dijminê dewletê’, ‘xayin’ tên tawanbarkirin. Dema piştî 7’ê Hezîranê dît hilbijêrên wê kêm dibin, berê xwe da netewperestiyê. Ev netewperestî îro di polîtîkaya perwerdehiyê de jî xwe dide der.”