WAN – Nivîskar Qahir Bateyî, bal kişand ser bêtehamuliya li hemberî zimanê kurdî ya li dibistanên dewletê û destnîşan kir ku zextên li ser kurdî stratejîk in.
Li dibistanên dewletê her diçe bêtehamuliya li hemberî kurdî zêde dibe. Li Bismila Amedê mamosteyek propagandaya MHP’ê kir, li pêşdibistaneke li Sêrtê li ser eniya xwendekarekî nîşaneya ala tirk hat çêkirin û li Şirnexê jî axaftina kurdî hat qedexekirin. Perwerdekara KURDÎ-DER’ê ku bi KHK’ê hat girtin Xecê Kiye û nivîskar-lêkolîner Qahir Bateyî anîn ziman ku ji berê heta niha polîtîkayên asîmlasyonê didomin û ev yek polîtîkayeke stratejîk a dewletê ye.
‘DIVÊ MALÊN ME BIBIN DIBISTAN’
Xecê Kiye, anî ziman ku ji bo polîtîkayên asîmlasyonê yên li ser kurdî bên pûçkirin, peywirek mezin dikeve ser milê dê û bavan. Kiye, diyar kir ku pêşengê vê yekê dayik in û wiha got: “Divê malên me ji bo zarokên me bibin dibsitan. Ji serdema Komarê heta niha dibistanên kurdî çê nebûne. Lê belê li gel vê yekê jî zimanê kurdî heta roja îro xwe parastiye. Ev yek bi saya berxwedana dayikên me pêk hatiye.”
'STRATEJÎ QET NEGUHERÎ’
Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê nivîskar Qahir Bateyî, diyar kir ku 20 sal in ew li ser zimanê kurdî dixebite. Bateyî, dest nîşan kir ku stratejiya asîmlasyonê ya dewletê qet neguheriye. Bateyî, diyar kir ku îro li hin zanîngehan beşên kurdî hene, lê tu ewlehiyeke wan a qanûnî tune ye. Bateyî, dest nîşan kir ku berê dewletê bi darê zorê kurdî qedexe dikir, lê niha ev qedexe bi rêbazên modern tê kirin. Bateyî diyar kir ku polîtîkaya asîmlasyonê ya vê serdemê hîn sistematiktir û kûrtir e.
‘DIVÊ SIYASETMEDAR BI KURDÎ BIAXIVIN’
Bateyî, dest nîşan kir ku li hemberî stratejiya tunekirina zimanê kurdî, wan û siyasetmedarên kurdî stratejiyeke pêş ve nexistine. Bateyî got ku sedemeke ku zimanê kurdî bi evqas zext û zoriyan re rû bir û dimîne jî ji ber siyasetmedaran e. Bateyî wiha got: “Siyasetmedarên me polîtîkayê bi zimanê xwe nakin. Navê zarokên me bi kurdî ye, lê zimanê wan bi tirkî ye. Ji ber vê ye ku dewlet stratejiya xwe ya ji bo zimanê kurdî naguherîne.”
Bateyî, got ku divê her kes li hemberî zext û zoriyên li ser ziman bitêkoşe û wiha got: “Divê jiyana me bi kurdî be. Divê em zarokên xwe bi zimanê wan mezin bikin. Divê em pirtûkên kurdî, weşanên bi kurdî bixwînin û temaşe bikin. Dema em li her derî bi kurdî biaxivin em ê van polîtîkayên asîmlasyonê pûç bikin.”