WAN - Stranbêj Numan Bozkurt ê li Girtîgeha Tîpa T a Ewlekariya Bilind girtî ye û bi nexweşîya penceşêrê ya qirikê ye nayê dermankirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, stranbêj Numan Bozkurt di pêvajoya bûyerên Kobanê de, dema ji Bajaroka Bajêrgê derbasî Îranê dibû bi îdîaya “Bersûcê” DAIŞ’ên hatin kuştin û ew dîl girtin, hat girtin. Bozkurt di girtîgehê de bi nexweşîya penceşêrê ya qirikê ket.
Bozkurt têkildarî nexweşî û derman kirina xwe agahî da û wiha got: “Ji ber ku xwîn ji qirika min hat di Mijdara 2015’an de ez rakirim nexweşxanê. Bijîşkekê nexweşxanê heqaret li min kirin. Ji ber nezîkatiyên bijîşk ên nijatperest, fikarên min ên bêm emeliyat kirin çûbûn. Ji bo bijîşkek din min emeliyat bike, bi dehan car min daxwazname ji rayedarên girtîgehê re nivîsandin. Piştî 6 meh şûnde bersiv dan daxwaznameya min û hatim emeliyeta kirin.”
Bozkurt, divê dîsa bê emeliyatkirin. Di qirika Bozkurt de hîna parçeyê pecejêrê mane. Bozkurt ji bo bê dermankirin di 14’ê Tebaxê de sewqî nexweşxanê hat kirin, lê ji ber li Girtîgeha Tîpa T a Ewlekariya Bilind a Wanê dimîne, nayê sewq kirin. Bozkurt ji bo bê emeliyatkirin, li benda sewqa nexweşxanê ye, banga hestiyariyê li raya giştî kir.