HATAY – Keşîşxaneya St. Sîmeon a li bajarokê Aknehîr a Hatayê ji ber xemsariya rayedaran bi tunebûnê re rû bi rû maye.
Keşîşxaneya St. Sîmeon a ku li bajaroka Aknehîra Hatayê ye û wek navenda tarikata Terk-î dünya tê zanîn bi tunebûnê re rû bi rû maye. Keşîşxane hezar û 500 salî ye. Keşîşxane li ser girek ku 479 metro bilind e û li ber Geliyê Asî ye hatiye avakirin. Tê texmînkirin ku Keşîşxane Piştî Zayînê di sedsala 6’emîn de hatiye çêkirin. Di hundirê keşîşxaneyê de cihên bi mîmarî hatine çêkirin hene. Bi salan e ji aliyê ziyaretvan û kaçaxvanan ve ya tê rûxandin û yan jî berhemên di hundirê wê de tên dizîkirin.
KEŞÎŞXANEYA HEZAR Û 500 SALÎ TUNE DIBE
Li Keşîşxaneya hezar û 500 salî tu tedbîr nehatin girtin û destûr hat dayîn ku herkes ji keşîşxaneyê tiştekî bike. Di sala 2011’an de ji aliyê Wezareta Çandê ve biryar hat girtin keşîşxane bê restorekirin, lê tenê sererastkirina derdorê hat kirin. Welatiyan diyar kir ku keşîşxane terkî çarenûsa xwe hatiye kirin veguheriye sergo. Welatiyê bi navê Alî Atay der barê keşîşxaneyê de wiha got: “Ev der cihek dîrokî ye lê kes xwedî dernakeve. Bi salan berê biryara restore kirinê hat girtin. Tenê derdora wê hat çêkirin. Em dixwazin xwedî li dêrê bê derketin.”
KEŞÎŞXANEYA ST. SÎMEON
Saînt Sîmeon Stîlît ku avakarê tarîqata Stîlîtler wek (PZ. 389-459) tê qebûlkirin. Sîmeon li ser sînorê herêma navbera Kilikya û Sûriye hatiye dinê û di temenê ciwan de li Antakyayê jiyaye. Li keşîşxaneyê piştî perwerdehiya olî ya bingehîn distîne û pişt re li derveyî bajêr xwe li hucreyekê digire. Piştî 3 salan li vir dijî dûv re derdikeve çiyayek nêzî bajêr, xwe bi zinaran ve zincîr dike û li vir di nav çemberek sînorê wê ji xwe re çêkiriye dijî. Sebir û baweriya wî di demek kurt de tê bihîstin û ji cihana Xirîstiyanan kesên nexweş, bêçare û kesên derdê wan heye diherikin gel Sîmon.
Tê diyarkirin ku St. Sîmon li ser navê xwe keşîşxaneyê Piştî Zayînê di sedsala 6’emîn de ava kiriye.