STENBOL - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdeyî 18 salan e di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Wê Bilind a Îmraliyê de ye. Li vê girtîgehê her cure mafên di çarçoveya qanûnên hikumxaran de tên binpêkirin. Parêzer Îbrahîm Bîlmez, bal kişand ser şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê û dest nîşan kir ku Îmrali girava derhuqûqiyan ne. Bîlmez got ku Tirkiye qanûnên xwe binpê dike.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 18 sal in di Girava Îmraliyê de ye û hemû mafên wî hatine xespkirin. Li Îmraliyê hevdîtina bi parêzeran, hevdîtina bi malbatê re, mafên qanûnî yên hikûmxwaran ên wek spor û tenduristiyê bi her awayî hatine astnegkirin. Her wiha tevî van binpêkirinan, Ocalan li qadeke 5 metreyî tê girtin.”
MAFÊ HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE HATIYE HILAWISTIN!
Li gor madeya 59’emîn a Qanûna Înfazê ya Cezayî, mafê hikumxwar heye ku herî zêde 3 caran bi parêzerê xwe yê ku wekaleta wî ne pê re ye jî hevdîtinê bike, lê belê ev mafê Ocalan hatiye binpêkirin. Her wiha li gor qanûnê hikumxwar dikare di her saet û rojên xebatê de bi muwekîlê xwe yê ku wekaleta wî pê re hevdîtinê çê bike, lê belê ev hikum li Îmraliyê hatiye hilawistin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hinceta “Koster xerabe ye”, “şert û mercên hewayê” û OHAL’ê parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çê bikin.
Li gor Madeya 83’yemîn a Qanûna Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê, bi şertê bê belgekirin hikumxwar dikare bi hevjîna xwe re, xizmên xwe, wasiyê xwe û 3 kesên ku nav û navnîşana wan hatiye ragihandin re heftê carekê hevdîtinê çê bike. Lê belê ev qanûn jî ji bo Ocalan hatiye astengkirin. Ji 11’ê Îlona 2016’an ve hevdîtina Ocalan a bi malbatê re hatiye astengkirin. Ocalan, bi xizmên xwe yê di asta sêyemîn de carekê tenê hevdîtin çê kiriye. Vê yekê jî piştî 14 salan, di 29’ê Tîrmeha 2013’an de bi xalê xwe Suleyman Arslan re çê kiribû. Her wiha herî dawî di 21’ê Tîrmeha 2014’an de jî bi wasiyê xwe Mazlum Dinç re hevdîtin çê kiribû.
MAFÊ PÊWENDIYÊ TUNE YE
Li gor Madeya 66’emîn a Qanûna Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê, mafê telefon û pêwendiyê yê hikumxwar heye. Lê belê li Îmraliyê ev maf qet pêk nehatiye. Mafê name, faks û telgrafê jî di çarçoveya vê qanûnê de ye.
MAFÊ SPORÊ SÎNORDARKIRÎ YE
Di Madeya 87’emîn a heman qanûnê de tê diyarkirin ku ji bo peydekirina pêşvexistina civakî, ruhî û bedenî ya hikumxwar, divê tevlî çalakiyên spor, bedenî û şahiyî bibe. Lê belê li Îmraliyê ev maf jî tê astengkirin. Mafê sohbetê yê Ocaln jî, dema heyet li Îmraliyê pê re hevdîtin çê dikirin, heftê saetek bû. Lê belê niha nayê zanîn ka ev maf pêk tê yan na.
MAFÊ SEWQKIRINA NEXWEŞXANEYÊ TUNE YE
Di Madeya 80’emîn a heman qanûnê de, li gor rewşa tenduristiyê ya hikumxwar heke bivê divê sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Lê belê ev maf jî heta niha pêk nehatiye.
'TIRKIYE QANÛNÊN XWE DIECIQÎNE’
Yek ji parêzerên Ocalan Parêzer Îbrahîm Bîlmez, dest nîşan kir ku Îmralî timî li derî pergala huqûqê ya Tirkiyeyê hatiye hiştin û wiha got: “Em ji bo Îmraliyê dikarin bêjin girava derhuqûqiyê ye. Yek ji rêgezên gerdûnî yên huqûqê jî gelemperîtî û wekhevîtî ye. Li gor vê rêgezê divê her kes li ber qanûnan wekhev be. Lê belê ji sala 1999’an ve muwekîlê me Birêz Ocalan li derî vê hatiye hiştin. Ji bo wî tim ‘statuyeke huqûqî’ ya cuda hatiye sepandin. Li welatekî ku bi awayekî rasteqîne huqûqê lê tê sepandin, mesele çi qas siyasî dibe bila bibe divê ji bo hemû ferdên welat heman huqûq bê sepandin. Herî kêm divê qanûnên xwe bisepîne. Lê mixabin li Tirkiyeyê dema mijar dibe Birêz Ocalan rewş diguhere.”
MA/Yasin Kobulan