KOBANÊ –Wezîrê Parastina Kobaniyê Îsmet Şêx Hesen, diyar kir ku di şerê Kobanê de banga Ocalan rê li pêş azadiya Kobanê vekir û wiha got: "Serpêhatiya 3 sal berê me bi keleşekê dest pê kir, îro bi azadiya Reqqa bi encam bû."
Berxwedana Kobaniyê ku êdî li cîhanê wek “Roja Kobaniyê ya Cîhanê” tê zanîn û qebûlkirin, 3 sal in hîn wek roja ewil di bîra mirovan de ye. DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de bi tang û topan êrîşî bajêr kir, lê hêzên YPG/YPJ’ê bi berxwedaneke bêhempa bersiva van êrîşan dan. Hema bêje bi taybetî ji Tirkiye û erdnîgariya kurdan û bi giştî jî ji her parzemîna cîhanê mirov berê xwe dan Kobaniyê û tevlî berxwedanê bûn.
Li Kobaniya ku eniyeke enternasyonal hat avakirin û bi tu awayî rê neda DAIŞ’ê, ramanwerên navdar ên mîna Noam Chomsky û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez jî di nav de bi bangawaziya rewşenbîran 1’ê mijdarê wek “Roja Kobaniyê ya Cîhanê” hat îlankirin. Wezîrê Parastinê yê Kantona Kobaniyê Îsmet Şêx Hesen, ji bo Ajansa Mezopotamyayê behsa wan rojan kir.
ÊRÎŞÊN EWIL
Dema Hesen tiştên li Kobaniyê qewimîn vegotin, hestiyar bû û dest nîşan kir ku berxwedana hat dayîn berxwedaneke bêhempa bû. Hesen, diyar kir ku di nav şerên li cîhanê de Kobaniyê xwedî rûpelekî cihê ye. Hesen got ku ew pêşî bi êrîşên El Nûsra û Ehrar El Şam ku dewletên herêmê piştevaniya wan dikir re rû bir û mane. Hesen diyar kir ku yek ji van hêzan jî Tirkiye ye ku bi feraseta dagirkeriyê ya Osmaniyan tev digere.
Hesen diyar kir ku dema hêzên navborî bi ser neketin serî li hin riyên din hatiye xistin û bi destê Tirkiye, Sûriye, Îran, Suûdî Erebîstan û hin hêzên din DAIŞ hatiye çêkirin û di şexsê Kobaniyê de tunekirina Rojavayê hatiye xwestin.
Hesen diyar kir ku DAIŞ’ê ji rojhilat, rojava û başûr ve êrîşî Kobaniyê kiriye û her wiha hêla bakur ku dikeve qada Tirkiyeyê jî bi rihetî bi kar anîne. Hesen, diyar kir ku wan jî di nav xelekeke ku derfet û keysên wê kêm bû şer kiriye. Hesen got ku ji malzemeyên tibî bigire heta çekan gelek tiştên wan kêm bûn. Hesen anî ziman ku wan bi vî awayî ceribandina xwe ya mezin li Kobaniyê kiriye û DAIŞ’ê derbeyeke giran xwariye.
GAVA EWIL LI GUNDÊ SERZÛRIYÊ HAT AVÊTIN
Hesen, dest nîşan kir ku wan jî biryara “ew ê rê nedin” daye û wiha domand: “Çi qas bi dijwarî êrîş bikiranan bila bikiranan me yê li ber xwe bidana. Me gavek jî bi paş ve neavêt. Hevalên me di dibistana wî gundî de biryarek dan. Li wir 12 hevalên me diyar kirin ku ew ê gavekê jî bi paş ve neavêjin û ew ê nehêlin dijmin têkeve xaka wan. Fermana YPG’ê ya bi paş ve vekişin qebûl nekirin û lêborîn xwestin. Gotin ‘Em her tiştî qebûl dikin, lê em vê yekê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê şer bikin.’ Tam 2 rojan bi keleşên xwe li dijî wan tang û topan li ber xwe dan.”
Hesen, diyar kir ku paşê qehremaniyên ku dê qet neyên jibîrkirin xwe dan der. Hesen got ku vê carê jî li rojavayê bajêr şervanên bi navê Êrîş û Zozanê derketine meydanê û wan jî guh nedaye fermana paşvekişandinê. Hesen, dest nîşan kir ku heta tangên DAIŞ’ê di ser van şervanan re derbas bûn li ber xwe dane. Hesen dest nîşan kir ku havêna vê yekê jî berxwedana Serzûriyê bûye. Hesen, dest nîşan kir ku paşê li eniya başûr a bajêr şervaneke jin xwe di nav dijmin de teqandiye û rê nedaye DAIŞ’ê. Hesen got ku ev şervan şervana YPJ’ê Rêwan bûye. Hesen, diyar kir ku paşê di berxwenda Kobaniyê de lehengîtiyên bêhempa xwe dane der.
‘LI GIRÊ MIŞTENÛRÊ DENGÊ ARÎN MÎRKANÊ OLAN DA’
Hesen, diyar kir ku paşê jî Arîn Mîrkan ku li tevahiya cîhanê bû dengê berxwedanê rola xwe ya dîrokî lîstiye û wiha domand: “Li Girê Miştenûrê dengê Arîn Mîrkanê olan da. Di dema çalakiya wê de derdora Kobaniyê hemû hatibû girtin. DAIŞ’ê xwe gihandibû Miştenûrê. Arîn Mîrkanê li vir peyam ragihand hemû cîhanê. Ji bo her kesî bû mînak.”
'BANGAWAZIYA OCALAN…’
Hesen, diyar kir ku di dema krîtîk a şerê Kobaniyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga seferberiyê kiriye û piştî banga seferîye her kes Kobaniyê hembêz kiriye. Hesen dest nîşan kir ku ji herêmên bakur, başûr û rojhilat her kes berê xwe daye Kobaniyê û her kesî banga Ocalan li ser xwe girtiye. Hesen diyar kir ku ev yek ji bo Kobaniyê pêleke gelek girîng bû.
Hesen, diyar kir ku di dema şer de çavê gelê Rojavayê li gelê Bakur bû û wiha got: “Wê demê bakûrî xwe li sînor xistin û hatin Kobaniyê. Gel rojekê jî Kobaniyê bi tenê nehişt. Bi mehan li ser sînor nobet girtin. Rojê 10 birîndar û 10 mirî pêşwazî dikirin. Ev yek cihê ku Kobanî li ser piya bisekine û dengê xwe ragihîne cîhanê.”
Hesen, dest nîşan kir ku heke DAIŞ li Kobaniyê bi ser ketana, dê ev yek ji bo hemû cîhanê bibûna cih talûkeyeke mezin û wê gelên Rojhilata Navîn bi komkujiyên gelekî mezin re rû bir û bimanan. Hesen, diyar kir ku li Kobaniyê jinên kurd ji bo hemû cîhanê bûne cihê wêrekiyeke gelekî mezin û ev rewş bi xwe re eniyeke enternasyonal çê kiriye. Hesen diyar kir ku berxwedan bi vî awayî bi ser ketiye û di encama vê ferasetê de gelên cîhanê Roja Kobaniyê îlan kirine.
JI KOBANIYÊ BER BI REQAYÊ VE
Hesen diyar kir ku feraseta ku li Kobaniyê li ber xwe da îro li Reqayê bi ser ketiye. Hesen bi bîr xist ku ev feraset ji Girê Spî, Minbic, Eyn Îsa, Tebqa û herî dawî jî çûye Reqayê. Hesen, dest nîşan kir ku DAIŞ’a ku Kobaniyê tehdît dikir hatiye tunekirin. Hesen got ku vê serpêhatiya ku 3 sal berê me bi keleşekê dest pê kir, îro Reqayê azad kir.
Hesen, dest nîşan kir ku nêviyê pir ê ji nû ve avakirina Kobaniyê temam bûye û wiha domand: “Wê demê gelek dewlet û saziyên navnetewî ji bo ji nû ve avakirina Kobaniyê, diyar kiribûn ku ew ê alîkariyê bikin. Lê belê gelek soz bi cih nehatin. Lê belê Kobaniyê xwe bi xwe ava dike. Tevî hemû bêderfetiyan jî di warê perwerdehî, çand, jîngeh û tenduristiyê de Kobanî bi xwe xwe ava dike. Bi sedan dibistan hatin vekirin. Bi hezaran xwendekarên van dibistanan hene. Bi dehan nexweşxane hatin vekirin. Hema bêje li her herêmê saziyên çand û hunerê hene. 3 sal in Kobanî birînên xwe dicebirîne. Bajar ji nû ve tê avakirin.”
MA / Nazim Daştan