WAN – Bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” salek û 10 meh cezayê hepsê li rojnameger Adnan Bîlen hat birîn.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin, rojnameger Adnan Bîlen jî hatibû îxrackirin. Li ser îxbarekê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Bîlen li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Bîlen û parêzerê xwe Haşem Baygumuş beşdarî dozê bûn.
Li dijî mutala dozger da, Bîlen parastina xwe kir û got parvekirinên wî di çarçoveya azadiya îfade û ramanyê de kiriye û xwest bê beratkirin.
Parêzer Baygumuş jî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa û Dadgeha Bilind ku di dozên mînak de dabû pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Baygumuş da zanîn ku miwekîlê wî rojnameger e û di çarçoveya mafê nûçe girtinê ya gel de nûçe çêkirine û xwest miwekîlê wî bê beratkirin.
Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” salek û 10 cezayê hepsê li Bîlen birî. Hikumxwarina Bîlen taloqî 5 salan hat kirin.