ENQERE - Di çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê de, polîsan êrîş kir û 4 kes bi lêdanê binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyên Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 236’an de berdewam dike. Çalakiya kedkarên çemaweriya ya “Emkarê xwe başve dixwazin” a Kolana Yukselê jî, li gel êrîş û mudexiyela polîsa, di roja 356’an dewam kir. Polîsan êrîşî çalakgerên xwestin bikevin Kolana Konurê kirin, pankarta wan çirandin û 4 kes binçav kirin.
Polîsan 4 kesên binçavkirin û li maşineya zirxî suyar kirin û ji qadê dûr ketin.