ÎZMÎR - Bi beşdariya sedan parêzeran binçavkirina 6 parêzerên ÇHD'ê yên li Îzmîrê hat şermezarkirin. Parêzeran got ku "Dê terora girtin û binçavkirinê têkoşîna me ranewestîne."
Di 27'ê Cotmehê de li Îzmîrê serdagirtina malan pêk hatibû û 6 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) hatibûn binçavkirin. Hat diyarkirin ku dê parêzeran îro derxin edliyeyê, parêzerên ÇHD'ê, Platforma Hiqûqnasên Azad (OHD) û Koma Parêzerên Hemdem (ÇHG) jî bi daxuyaniyekê binçavkirina parêzeran şermezar kir.
Bi sedan parêzerên li gelek deverên Tirkiyeyê hatin Îzmîrê, li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî dan çapemniyê. Parêzeran pankarta "Parastin di bin çavan de ye" vekirin û dirûşmên "ÇHD bê deng nebû, dê bêdeng nebe" berz kirin. Serokê Şaxa ÇHD'a Îzmîrê Serdar Gultekîn daxuyanî xwend û aşkera kir ku roja Înê endamên wan Şule Arslan Hizal, Yemen Cankan, Emel Dîrîl, Dînçer Çalim, Nergîz Tuba Aslan û Bahattîn Ozdemîr bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatine binçavkirin. Gultekîn aşkera kir ku desthilatdariya siyasî li dijî demokrat, pêşverû, rewşenbîr û şoreşgeran operasyonan dewam dike û ev êrîş wekî êrîşên faşîzan pênase kir. Gultekîn da zanîn ku di esasê xwe de fikrên wan dibin hedef, parêzerî wekî jiyana xwe ya têkoşîniyê şîrove kir.
Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli jî destîşan kir ku dê binçavkirin ÇHD’ê asteng nekin, heta faşîzim hebe dê têkoşîna wan jî dewam bike.