AMED - Parlamentera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, di daxuyaniya Platforma Sûrê de diyar kir ku malbatên Sûrê yên ku li dijî hilweşandinê li ber xwe didin bi darê zorê tên derxistin û qeyûm di demsala zivistanê de gel bêmal dihêle.
Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na, ji ber ku malbatên Sûrê bi darê zorê ji malên wan tên derxistin li taxa Alîpaşa daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevberdevkên Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na Buşra Cizrelîogullari û Talat Çetînkaya, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca û Sîbel Yigîtalp, rêveberên HDP û DBP’ê amade bûn.
‘DÎROK Û ŞARISTANIYÊ TUNE DIKIN’
Bi sedan polîsên ku dora taxê dorpêç kiribûn bi hinceta OHAL’ê destûr nedan daxuyaniyê. Li ser israrê daxuyanî hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp li ser navê Platformê axivî û bi bîr xist ku dîroka 7 hezar salî ji 36 şaristaniyan re malovaniyê kiriye û bi hilweşandinê dixwazin dîrok û şaristaniyê tune bikin.
‘QEYÛM GEL BÊ MAL DIHÊLE’
Yîgîtalp, da zanîn ku 35 hezar mirov li Sûrê dijîn û wiha got: “Di nava zivistanê de gel bi darê zorê ji malên wan derxistin. Berê jî av û ceyrana gelê Sûrê birîn û gel bidarê zorê penaber kirin. Weke ku ev ne bes be, niha jî bidin êrîşên hezên ewlekariyê de dijîn. Di 20 sala tecrûbeyên me yên rêveberiyên herêmî de me kes bi darê zorê ji malên wan dernexistin. Bi hatina qeyûm re mirov bi darê zorê ji malên wan hatin derxistin. Di vê zivîstanê de dê gel bi ku de here?”
‘POLÎTÎKAYÊN SALÊN 90’Î DIDOME’
Yîgîtalp, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di wêrankirinê de divê kevirin dîrokî bên parastin, lê em nizanin wan keviran dibin ku derê. Wêrankirina Sûrê ji rantê re hatiye vekirin û nayê zanîn îhaleyan didin kê. Polîtîkayên salên 90’î didomînin.”
Piştî daxuyaniyê malbat hatin ziyaret kirin.