COLEMÊRG - 3'emîn rûniştina doza Rojnameger nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin Nedîm Turfent ê 17 mehin girtî ye dê di 1'ê Mijdarê de bê dîtin. Parêzerê dozê Bariş Oflas, bang li her kesî kir û xwest tev li rûniştina dozê bibin.
Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Nedîm Turfent, ku di dema qedexeyên kolanan de li Geverê nûçe diyopand, di 13'ê Gulanê de li 2016'an de hat binçavkirin û girtin, 17 mehin girtî tê darizandin. Dozger ji rojnameger Nedim Turfent heta 22.5 sal cezayê girtîgehê dixwaze. 3'emîn rûniştina doza Nedîm Turfend dê di 1'ê mijdarê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê bê dîtin.
BANGA TEVLÊBÛNA RÛNIŞTINA DOZÊ
Parezerê doza Nedîm Turfent Bariş Oflas, bal kişand ser rojnamegerên girtî û wiha got: "Di rûniştina berê de destûr nedan ku em pirsan jî ji şahid bipirsin. Piştî parêzera Turfent Harika Gunay Karakaş ji salonê hat derxistin parastin jî nehat kirin. Mafê parastinê hat îhlalkirin. Tirkiye di nava welatên cîhanê de herî zêde welatê ku rojnameger lê girtî ne. Divê her kes ji bo ji mafê ragihandin û agahiyan sûdê bigirin tev li rûniştina doza Nedim bibin. Divê li dijî girtina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin.
3'emin rûniştina doza Turfend di 1'ê Mijdarê roja çarşemê de dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê bê dîtin.