NAVENDA NÛÇEYAN - Yek jî fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sosin Bîrhat ya herêma Efrînê der barê rizgarkirina Reqqayê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkaya dewleta tirk ên li Idlibê de nirxandinên girîng kirin. Bîrhat got ku "Me bi felsefeya Rêber Apo serkeftineke mezin li Reqqayê bi dest xist" û piştrast kir heta ku agahiyê ji Ocalan negirin, divê gelê kurd li her derê li ser piyan be.
Zêdeyî 18 salin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Ji salekê zêdetir e tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Di serî de li Kurdistanê, li tevahiya cîhanê gel dixwaze agahiyekê ji Ocalan bigire û di vê der barê de çalakiyên gireva birçîbûnê, meş û xwepêşandan tên lidarxistin. Fermandara YPJ'ê Sosin Bîrhat jî tecrîd wekî sûcê mirovahiyê nirxand û banga xwedîderketina Ocalan kir.
JI BO YEKITIYA GELAN REQQA GIRÎNG E
Bîrhat di axaftina xwe de bal kişand ser rizgarkirina Reqqayê û da zanîn ku azadkirina Reqqayê tê wateya hilweşandina pergala dagirkeriyê û di jiyana azad da serketinê û wiha got: "Paytexta dagirkeriya DAIŞ'ê hat hilweşandin. Dê ev serkeftin jî gelek guhertan bi xwe re bîne. Dê di avakira yekitiya gelan de rolekî diyarker bileyîze."
SÛCÊ MIRIVAHIYÊ DIKIN
Bîrhat destnîşan kir ku li gel qirkirinên li Kurdistanê, komployê li ser Ocalan bi tecrîdê dewam dike û wiha axivî: "Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê mirovahiyê re, dewleta tirk sûcê mirovahiyê dike. Dewletên dagirker bi agahiyên ne rast ên der barê Rêber Apo de, dixwazin nabzê gelê kurd bipîvin. Tendurîstî û ewlekariya Rêber Apo wekî mijarên sereke di rojevê de ye. Hebûn û tûnebûna gelê kurd girêdayî Rêbertiyê ye. Ji ber ku destkeftiyên gelê kurd bingehê xwe ji ramanên Rêberê azad digrê. Wekî hêza YPJ'ê wateya Rêbertiyê ji bo me jî mijara hebûn û tunebûnê ye. Şoreşa Rojava bi fikir û ramanê Rêber Apo hat afrandin û heta roja îro jî dewam dike. Me bi felsefeya Rêber Apo serkeftinên mezin bi dest xistin. Heta ku ji Rêbertiyê agahî bê girtin divê li her qadê, li her çar perçeyê Kurdistanê û dervêyê welat divê gelê kurd di nava çalakiyan de be. Em wekî hêza YPJ’ê jî di wê biryardariyê de ne ku heta azadiya Reberê mirovahiyê em ê di nav tekoşînê de bin."
HÊZA GELAN HEZIM NAKIN
Bîrhat diyar kir ku "Dewletên dagirker" serkeftina QSD, YPG û YPJ'ê ya li Reqqayê hezim nake, ji bo wê êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî li herema Efrînê zêde kirine û wiha pê de çû: "Bê navber erîşê Efrînê dikin û şervanên YPJ-YPG’ê jî bersivên xurt didin. Planên dewleta tirk a ketina Idlibê jî pir aşkera nîşan dide ku tirsa wan ji deskeftiyên gelê kurd heye. Çend caran êrîş kirin da ku Kantona Efrîn û Şehbayê ji hev du qut bikin, lê bi berxwedayîna şervanan êrîş vala derketin. Dewleta tirk bi çeteyan re êrîş dike û her tim debên mezin dixwe. Vê carê jî dixwazê di xeta Idlibê de bi pêş de biçe û di nava gelê herêmê de dijberiyê derxe. Ji bo wê jî hevkariya bi Rûsya, Îran û Tirkiyyêê pir aşkera li ber çavan e."
DIXWAZE TEVAHIYA SÛRIYEYÊ DAGIR BIKE
Bîrhat got ku "Bi rêya Idlîbê re dixwazin çemberê li Efrînê teng bikin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu rewabûna êrîşên dewleta tirk tuneye. Sînorên welatê xwe derbaskirine û li ser herêmên kurda êrîşan pêk tînin. Ji bo bigihêje armancê xwe gelek noqteyên Cephet El Nusrayê girtin. Ji ber ku tirs û xofa dewleta tirk ji pêşketina QSD-YPG û YPJ'ê heye û ji ber wê jî êrîş dikin. Dewleta tirk dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike û careke din xewana Osmaniyan zindî bike. Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk hem di warê siyasî hem jî di warê leşkerî de dema xwe ya herî lewaz dijî, ji ber wê jî ceribandina xwe ya herî dawî dixwaze li ser Efrîn bike û naxwazê Kantona Efrîn û Kobanê bigihîje hev.
TIRSA DEWLETA TIRK KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E
Bîrhat anî ziman ku yê ku Cephet El Nusrayê xwedî dike, dewleta tirk e û aşkera kir ku kesên ku bi dewleta tirk re hevkarî kirine û rêya Idlîbê jêre vekirine û tengasî ji Efrînê re derxistine, di heman demê de ne dostên Tirkiyeyê ne û ev tişt got: "Ev tekiliyeke berjewendiyan e. Her kes jî dizane tekiliya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ne stratejîk e. Em jî dibêjin; ketina Tirkiyeyê ya axa Bakurê Sûriyeyê ewqas hêsan e, lê derketina wê dê ewqas hêsan nebe. Çawa ku Erdogan li Kobanê û Reqqayê winda kir, dê li Efrînê jî winda bike. Hêzên me jî vê pêvajoyê baş dixwînin. Tirsa dewleta tirk ne DAIŞ e, hêza gelê kurd û serketina Konfederalîzma Demokratîk e. Ji bo wê jî her tim êrîşî destkeftiyên Şoreşa Rojava dike. Dixwaze van êrîşan li Efrînê jî biceribînê, lê erdnîgariya Efrînê çiyayî ye û demeke dirêj e amadekariyên xwe dikin. Em jî wekî hêzên YPJ’ê ji her demê bi hêztirin û gelê me jî bi ramanên Rêbertiyê xwe ji vê re amade dike."
DÊ TU ÊRÎŞ BÊ BERSIV NEMÎNIN
Fermandara jin Bîrhat herî dawî piştrast kir ku dê tu êrîşên ku li ser gelê kurd bê bersiv namînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi ramanên Rêberê mirovahiyê û pergala Neteweya Demokratîk re em ê serkeftina gelan misoger bikin. Em weke hêza jin amadene ku li her qadê û bi taybet jî li Efrînê ji dagirkeriyê biparêzin. Ji ber vê jî berxwedana ku li Efrînê bi pêş keve dê berxwedaneke dîrokî be, dê ev berxwedan konfederalîzm demokratîk bi xwe re bînê û Neteweya Demokratîk dê bigihîne serkeftinê."