URMIYE - Di navbera Serdeşt û Pîranşarê ya parêzgeha Urmiyê de mayîn bi kolberekî de teqiya û lingekê wî jê bû.
Li gorî malpera Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, di 28’ê Cotmehê de li gundê Nîwejin ê di navbera Serdeşt û Pîranşarê de ku kolberekî bar pêre, pêl mayîna hêzên rejîma Îranê kir û lingekê wî jê bû. Hat zanîn ku navê kolberê birîndar bû Silêman Mehmudî yê 36 salî ku bavê 3 zarokan e. Li gorî heman çavkaniyê lingê wî yê çepê û du tiliyên destê wî yê rastê jê bû. Hê mayînên di dema şerê di navbera Îran û Iraqê yên li ser sînor di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de nehatin paqijkirin. Heya niha ji ber teqîna mayînan gelek kesan jiyana xw ji dest dan.