NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Karên Derve ya Jinan a Swîsreyê ji bo ku CPT têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peywira xwe bi cih bîne kampanyaya şandina maîl û faksê da destpêkirin.
Çalakiyên kurdan ên ji bo tenduristî û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek welatên cîhanê didome. Komîteya Karên Derve ya Jinan a Swîsreyê ji bo ku CPT têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peywira xwe bi cih bîne kampanyaya şandina maîl û faksê da destpêkirin. Di nameyê ya ku ji CPT’ê re tê şandin ev tişt hat gotin:
“Di 12’ê Cotmeha 2017’an de li ser medyaya civakî hin agahiyên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi fikar hatine belavkirin.
Têkildarî ewlehî û tenduristiya rêzdar Ocalan, di serî de ya jinên Kurd, hesasiyeta gelê Kurd tê zanîn.
Tevî Serdozgeriya Bûrsayê diyar kiriye ku nûçe şaş e jî, em dixwazin parêzer, heyeteke HDP’ê yan jî kesên ji malbata wî biçin hevdîtina rêzdar Ocalan. Ji ber ku desthilatdariya R. Tayyip Erdogan û AKP ji ewlehî û tendirustiya Ocalan berpirsyar e, daxuyaniyên tên kirin, me bêtir dixe nav fikaran. Bi milyonan kesan diyar kirine ku Ocalan îradeya wan a siyasî ye û ji ber vê jî hesasiyetên xwe hene.”
Di nameyê de tê xwestin ku di vê pêvajoya hesas de divê CPT beşdarî vê pêvajoyê bibe.