KOBANÊ – Berxwedana bêhempa ya Şengal û Kobanê ku li hember êrîşên DAIŞ’ê ya hêza taşeron a hêzên navneteweyî pêk hat, 1’ê Sermawezê Roja Kobanê ya Cîhanê afirand. Di vê rojê de li hemû welatên cîhanê û sedan bajêran de gelên bawerî û çandên cuda rabûn ser piyan. Çalakiyên herî balkêş jî li Afganîstanê pêk hat. Li welatê ku cezayên qirbacê û giran didin jinan, jinên efganî daketin kolanan û afîşên şervanên YPJ’ê rakirin û meşiyan.
Hêzên dewletên navneteweyî ku di lêgerîna dizaynkirina Rojhilata Navîn a li gorî xwe, her yek ji wan li gorî xwe DAIŞ’ek afirandine, destpêkê li serê gelên Rojhilata Navîn û bi tevahiya mirovahiyê kirine bela û li heremê belav kirin. DAIŞ’a ku destpêkê Raqqayê dagir kir, bi sedan sivîlan qetil kir, bi deh hezaran kesan koçber kirin, piştre jî rê li pêş wan vekirin ku Misulê dagir bikin. Piştre jî hesaba êrîşê ya li ser Şengalê ku dê ji bo êzîdiyan bibûya ‘Fermana 73’yemîn’ hat kirin.
BERXWEDANA KURDAN HESAP NEKIRIBÛN
Li gor hesabê hatibû kirin, dê di nava çend seatî de Şengalê radestî DAIŞ’ê hatibûya kirin. Berxwedana Şengalê gava yekemîn çêbû. Piştî çend seatan a êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê re pêşmergeyên PDK’ê Şengalê û bi deh hezaran sivîl di nava penceyên DAIŞ’ê de hiştin û reviyan. DAIŞ’ê gelê Şengalê di komkûjiyê de derbas kirin, jinan revandin û di bazaran de firot in. Dê ev plan kûrtir kiribûna lê rastî mudaxeleya HPG/YJA Star û YPG/YPJ’ê hatin û plana wan vala derket. 8 gerîlayên HPG’ê ku ji bo gelê Şengalê xilas bikin mudaxele kirin, bi dehan sivîlan li hemberê DAIŞ’ê parastin. Gerîlayan ji bo ya gelê sivîl derbixin çiyayê Şengalê riyekî bi ewle vekir. Piştre li ser bangewazî û hawara gelê Şengalê ji hêla şervanên YPG/YPJ’ê ewlehiya riya Cezeayê ya di navbêra Şengal û Rojava girtin û ya gel ji çiyayê Şengalê derbasî Rojava kirin. Ji bo gelê Şengalê li Dêrikê qampekî penaberan a bi navê ‘Newroz’ hat vekirin û li wir hatin bicih kirin.
Piştî rizgarkirina sivîlan, şervanan ji bo Şengal nekeve destê DAIŞ’ê û plana dixwestin bixin meriyetê xira bikin pêngava parastinê dest pê kirin. Ev berxwedan, heta 13’ê sermaweza 2015’an ku Şengal ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin dewam kir.
PIŞTÎ ÊRÎŞÎ ŞENGALÊ KIRIN ÊRÎŞÎ KOBANÊ KIRIN
Piştî Şengalê Kobanê, derbeya duyemîn li çeteyan da. Şervanên YPG û YPJ’ê, li hemberê DAIŞ’ê ya di 15’ê îlona 2014’an de destpê kir berxwedaneke bêhempa nîşan dan û destanekî berxwedanê ku di cîhanê de deng veda nivisandin. Ev berxwedana dîrokî ya Kobanê kir keleha berxwedana gerdûnî û têkoşînê.
SERZÛRÎ BÛ RÊÇIKA BERXWEDANA KOBANÊ
Rêçik û peyama berxwedana Kobanê ya dîrokî di roja duyemîn a êrîşan de diyar bû. Di 16’ê îlona 2014’an de di gundê duyemîn a rojhilata Kobanê Serzûrî de, 12 şervanan xeta berxwedanê xêz kirin. Di gund de di bin fermandariya Rodî Efrîn de, Bawer Efrîn, Berfîn Çiya, Bira Perwer, Ciwan Heval, Gûlistan Qendîl, Mizgîn Cûdî, Peyman Tolhildan, Rodî Efrîn, Rûstem Cûdî û Serxwebûn Xerîb de yekîneyek hebû. Di êvara 15’ê îlonê de DAIŞ'ê mirovahiyê bi hejmarek zêde bi tang û topan êrîş kirin. Yekîneya ku dê peyama vîn û baweriyê bida cîhanê, di dibistana gund de rûpelên nû ya dîrokê bi tîpên zêrîn dinivisandin. Heta êvara 16’ê îlonê pêvçûnek dijwar diqewimî, DAIŞ'ê heta wê demê nikaribûn ketibûna dibistanê. Lê ji ber êdî cebilxaneya wan lehengên azadiyê bi xilasbûnê ve diçû, fermandarê yekîneyê Rodî Efrîn di ser qevdê de ji fermandariya YPG/YPJ’ê re peyama xwe ya dawî wiha radigihand: “Heval em dê heta dawî li berxwe bidin û em dê rê nedin ku dijmin derbas bibin. Em dizanin, em ê şehîd bikevin, lê bila bê zanîn ku yên riya me bişopînin jî dê hebin.”
STALÎNGRAD A DUYEMÎN
Piştî Serzûrî pêvçûn êdî qûncik bi qûncik, mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi taş, sing bi sing pêk dihat. Ev bajarê biçûk a ku ji hêla Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Murat Karayilan ve wek e Stalîngrad hat binavkirin, piştî 134 rojan ji DAIŞ’ê hat paqij kirin. Di vî bajarê ku dema mirov li bûyerê qewimî binêre dê bikeve an na di rojevê de bû, di kesayeta Arîn Mîrkan, Gelhat Gabar, Êrîş Efrîn, Zozan Kobanê, Baran Kobanê, Rêvana Kobanê, Zehra Penaber, Xemgîn Heleb, Hemza Kobanê, Cûdî Şevîn, Pelin Amed, Cûdî Amed, Destîna Qendîl, Hozan Rojava, Ebdo Doçka, Hesret Kobanê, Xwînda Amed, Rojvan Rojhilat, Gîvara Gulalî û bi hezaran şehîdan de di Kobanê de Stalîngrad a duyemîn hat jiyîn. Ji her derê cîhanê ku tevlî vî berxwedanî hat kirin, berxwedana 134 rojan ya Kobanê zivirand keleha berxwedana hezaran şehîd.
BÛ SEMBOLA BERXWEDANA CÎHANÊ
Kobanê ku hêj qedera berxwedanê ne diyar bû, vegeriya sembolekî gerdûnî û çeperekî têkoşîna gerdûnî ku hemû cîhanê li dora xwe civand vekir û bû keleha berxwedanê ya hezar şehîdan. Ji ber vê yekê 1’ê sermawezê wek e “Roja Kobanê ya Cîhanê” hat îlan kirin. Di nava kesên ku di vekirina eniya gerdûnî de têbiniya dîrokî danîn de, şoreşgerên enternasyonel ên wek e Paramaz Kizilbaş, Alîşêr Dêrsim, Kader Ortakaya û Gelhat jî hebûn.
CAREK DIN KURDISTANÎ RAKIR SER PIYAN
Berxwedana Kobanê beriya cîhanê Kurdistanî gihand hev û rakir ser piyan. Dema êrîş destpê kirin hêza ku pêşengiya berxwedanê dikir tenê YPG/YPJ bû. Piştre Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 22’ê îlona 2014’an de ji bo Kobanê peyama yekitî û seferberiyê li kurdan kir û banga jiyana xwe li gor rewşa şer birêxistin û berxwedanê mezin bikin kir. Abdullah Ocalan got “Ketina Kobanê, ketina hemû Kurdistanê ye. Divê her kes li gor vî rastiyî tevbigere. Di heman demî de Kobanê kilîda çareserkirina pirsgirêka kurd e. Li ser peyama Ocalan bi sedan ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dane Kobanê û ji banga seferberiyê re bûne bersiv.
Bi taybetî li hemberê daxuyaniya Serokwezîrê AKP’ê yê wê demê Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan a “Kobanê ket ha ket” di êvara 6’ê cotmehê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kurdan derketin qadan û çalakî pêk anîn. Li ser vê yekê dîsa li ser bangewaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûyer bi dawî bûn. Hemû Kurdistaniyên li her derê cîhanê dijîn ji bo Kobanê çalakiyan pêk anîn û ji gelên biyanî jî piştgirî dîtin. Piştî qomploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara yekemîn di kesayeta Kobanê de, li ser navê xwedîderketina kurd û Kurdistaniyê kurd bûn yek deng. Gelê bakurê Kurdistanê, wek e bêdorveger li ser xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê çalakiyên nobedariyê pêk anîn û li dora Kobanê xeleka ji mirovan çêkirin.
DI ŞERÊ HEBÛNÊ DE PERDEYA DUYEMÎN
Di perdeya yekemîn a şer de “Bi têkoşîna hebûnê re” deskeftiyên hatî bidestxistin, di perdeya duyemîn a şer de dîsa “Têkoşîna hebûnê" afirand. Berxwedana Kobanê ya di pêşengtiya YPG/YPJ’ê de, hem li hemberê êrîşên DAIŞ'ê de stratejiya şer hem jî stratejiya polîtîk a di denklem a di Rojhilata Navîn de di perdeya yekemîn a şer de bi ser ket. Şer êdî tenê ne di eniya dijber û di rista leşkerî de, di heman demî de divê di heman eniyê de û di asta bîrdozî de jî bimeşiya.
DIRÛTIYA AKP'Ê DERKET HOLÊ
Bi berxwedana Kobanê re li heremê dîmena şênber a têkilî, îtîfaq û çêkirina hevsengiyên nû êrîşên hewayî ya koalisyona ku pêşengiya wî Amerîka dikir bû. Dîmena duyemîn jî “Derbasbûna pêşmergeyan a li Kobanê” bû. “Derbasbûna pêşmergeyan a Kobanê”, ji 160 mirovên tevlî refê parastinê zêdetir, neqilkirina çekên giran ku pêwîstiya şervanên berxwêdêr pê hebûn bû. Derbasbûna pêşmergeyan a ketibû rojevê ku di rojên şerê nava bajêr destpê kiribû, piştî 20 rojan pêk hat. Ev dem, polîtîkayên ne serkeftî û dûrûtiya AKP’ê jî derxist holê, ji bo yekîtiya neteweyiya kurd jî dixwestin encamek bê derxistin.
Di nivîsa Huseyîn Alî ya bi navê mahlas a di Rojnameya Ozgur Gundemê de xeta polîtîk a Tevgera Azadiya Kurd temsîl dike ku di 31’ê cotmehê de hatibû weşandin, gotina Tayîp Erdogan a “Derbasbûna pêşmergeyan min pêşniyar kiribû” piştrast kir. Di nivisê de hatibû gotin ku ji bo AKP çewsa li ser xwe bavêje û xetên PDK-PKK’ê bîne pêşberê hev, vî formulî pêşniyar kiriye û vê yekî jî bi riya parlementerekî HDP’yî ji Qandîlê re ragihandibû. Huseyîn Alî, ji bo AKP’ê hesaba ku li sûkê lihev nehatî wiha vegot: “Êdî ne ya PDK’ê û ne jî kurdekî din wek e berê li hemberê Tevgera Azadiya Kurd dê nikaribe bikar bîne. Berxwedana Kobanê ya ku di çar aliyê Kurdistanê de bandor û rihê hevpar afirandî, ji zanebûna hikumeta AKP’ê zêdetir e. Berxwedana Kobanê çewa rastiya Tirkiyê bi hemû awayî vekirî derxist holê, wisa jî hevsengî û têkiliyên heremê jî guherand û zelal kir, têkiliyên di navbêra kurdan de jî derxist asteke din.”
DIJMINÊ KURDAN BI DESTÊ AKP’Ê LI KURDAN XIST
Yekîneya Pêşmergeyan, di Tirkiyeyê re di 29’ê cotmehê de di esqorta leşker-polîsan de derbas bû. Dîmena ku di derbasbûnê de hat nîşandan, ji bo nîqaşên yekîtiya neteweyiya kurd hêja bû. Lê pêşketina girîng a din ku di şer de pêk hatî jî xiste bin siya xwe. Di sibeha 29’ê cotmehê de, di nava wan de 2 sal berê fermandarê Ceyş El Hur Abdulcebbar Akîd ku gotibû “Em dê koka kurdan hişq bikin” komek jî derbasî Kobanê bûbû. Akîdî ku vê hemleya xwe piştî daxuyaniya Tayîp Erdogan a “Dê Ceyş El Hur jî derbasî Kobanê bibe” kiribû, rola xwe ya dê Kobanê bigire ser xwe jî ji ragihandin Daîly Telegraph re wiha aşkere kiribû: “Nîvî zêdetir bajarê Kobanê di destê DAIŞ de ye. Êrîşên hewayî bêbandor in. Rewş xirab e lê dîsa jî hêvî heye. Hevkariya YPG-Ceyş Hur di şerê Suriyê de guherînek girîng e.”
DYA: TAKTÎKA LI SER KOBANÊ
Dewletên Yekîtiya Amerîkayê (DYA), di peyama îtîfaqên nû ya li ser xeta Tevgera Azadiya Kurd ku hêza tekane li qadê ya DAIŞ’ê dikare rawestîne daye, bi operasyonên hewayî ya ji Kobanê re da nîşandan. Vê pêngavî her yek di însiyatîfa Amerîka de alîkariya çekan a ji hewade ji Kobanê re hatin kirin, anîna rê ya AKP’ê ya ji bo vekirina qorîdora alîkariyê û pêngava derbaskirina pêşmergeyan a Kobanê şopand. Di esasê xwe de her çiqas piştî 20 rojan ev mudaxeleya Amerîka ya ji bo Kobanê kir ji bo demkurtî alîkariyek dabe berxwedanê jî, lê ji bo demdirêjî armanca vî tecrubeya Rojava di nava polîtîkayên emperyalîst a li ser heremê de bihelîne bû û xwest ji vê berxwedana bêhempa parek ji xwe re bigire bû.
ERDOGAN: TERCÎHA ME ARTÊŞA AZAD E
Cenabê AKP ya daxuyaniyên wî yên nakokî ya li ser Kobanê bû ji bo pêkenokê dibûn malzeme, her wiha stratejî û hedefa polîtîkaya wî ya li ser Rojava nediguherî. Armanc; ketina Kobanê, tefandina Şoreşa Rojava û tasviyekirina xeta Tevgera Azadiya Kurd bû. Stratejî jî bi destê xeta PDK’ê ya paşverû-hevkar û çeteyên cîhatkar bi du awayan dorpêç bike. Jixwe daxuyaniya Tayîp Erdogan a di 23’ê cotmehê de ku gotibû “Li Kobanê tercîha me ya yekemîn Artêşa Azad, ya duyemîn pêşmerge ye” hedefa xwe vekirî aşkere kiribû. Her dû hêman jî biçûk be jî alîkariyek da berxwedana Kobanê lê beşdarbûna wan ji ber di bin qontrola YPG’ê de bi sînor bû, xeyalên Tayîp Erdogan bi avê ve bir. Jixwe îdea ya Erdogan a Kobanê ne cihwarekî kurda ye yê ereba ye, nîşaneya neçarî û aciziya dawî raxist berçavan.
BARZANÎ JI NEÇARÎ PAŞVE GAV AVÊT
Nûnerê xeta kurd a paşverû û hevkar ê Rojhilata Navîn di bin serokatiya Mesud Barzanî PDK de jî, di destpêka şer de koalisyona partiyên a di bin banê wî de ENKS’ê wek e taşeronekî binî ya şer amade kiribû. Barzanî di çerçoveya vê polîtîkayê de Şoreşa Rojava hildana hemberê xwe, li ser sînorê xwe ya bi Rojava re xendek kolandin û pêkanîna ambargoyê jî danîbû berçavê xwe. Xeta berxwedanê ya kurd YPG/YPJ piştî Serêkaniyê û Şengal bi Kobanê re inisiyatîf girt dest, Barzanî ji bo nekeve pozîsyona ‘Kesê li hemberê deskeftiyên kurdên Suriye derdikeve” neçar ma paşde gav bavêje.
KOBANÊ Û BERXWEDANA CIVAKÎ
Di sedsala dawî de li gel dîroka mirovahiyê gelek komkûjî û hewildanên dagirkeriyê dîtibe jî pratîkên li hember van êrîşan berxwedana civakî sînor nekir. Li Rojhilata Navîn êrîşa herî mezin pêk hat, bi berxwedana Kobanê û civakê re pratîkên girîng bi xwe re anî. Piştî serhildana 6-8’ê Cotmehê û Roja Komabê ya Cîhayê ya 1’ê Mijdarê jî li ser navê berxwedanê civakî gaveke girîng hat avêtin.
GEF, QEDEXE Û TANGAN PERE NEKIR
Piştî şerê li nava Kobanê dest pê kir, AKP'ê bi hemû hêzên xwe yên wekî leşker, polîs û kesên sivîl êrîş pêk anîbû, bi van êrîşan re gef li serhildanên 1'ê Mijdarê dixwar. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala îdia dikirin banga ji bo derketina kolanan di qanûnê de tune, waliyan jî îlan kirin ku “Heke derketina kolanan hebe dê bê teredut mudaxele bikin." Ev gefên wan di gotinê de nema û bi taybetî di sibeha 1’ê Mijdarê de di hemû kuçe, qadên li bajarên Kurdistanê, bi barîkat, maşînên zirx ên polîs û leşkeran tije kirin, di kolanên Amedê de tangan gerandin. Lê dîsa gefa wan pere nekirin. Li her derê Kurdistanê bi sedhezaran derketin kolanan. Li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê jî bi hezaran kesan dengê xwe gihandin çeperên berxwedanê. Li her çar aliyê Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dirûşmên “Her der Kobanê, her der berxwedan e” bilind bû.
HEMÛ KURDISTAN QADA SERHILDANÊ BÛ
Li tevahiya Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. Li navendên wekî Amed, Wan, Mêrdîn, Êlihê û hwd. mîtîngên pir mezin hatin lidarxistin. Di çalakiyan de alên PKK, PYD, YPG,YPJ û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Êrîşên li ser van çalakiyan jî kêm nebûn. Li Amed, navçeya Nisêînê ya Mêrdîn, Hezexa Şirnexê, Gevera Colemêrgê û Mûşê bi mitîngan dawî dibû û dema gel belav dibûn polîsan êrîş dikir. Lê gel êrîşên polîsan vala derxistin.
Li gundên wekî Mehser û Dewşên Pirsûsê yên li ser sînor bi hezaran kes diciviyan. Meşa ku ji du milan ve dest pê kir, li gundê Misanterê veguherî mîtîngeka sed hezarî. Di çalakiya li Pirsûsê de piraniya beşdarvanan ji jin bûn.
Ji bilî bajarên Kurdistanê li bajarên Tirkiyeyê jî li ser banga muxalifan çalakiyên bi girseyî pêk hatin. Li Qada Galatasarayê ya Stenbolê bi hezaran kes xwestin ku AKP dev ji polîtîqayên xwe yê piştgiriyê dide DAIŞ’ê berde.
ŞERVANÊN YPJ’Ê JI BO JINÊN AFGANISTANÊ BÛN HÊVÎ!
Berxwedana Kobanê ne tenê berxwedaneke bi azadiya Kobanê re sînrmayî bû, di heman demê de ji bo azadiya tevahiya civakê jî xwedî stratejiyekê bû. Bi êrîşa li dijî Kobanê re hemû nirxên mirovahiyê hedef hatibûn girtin, li dijî vê tasfiyeyê li tevahiya cîhanê ji her neteweyî bi milyonan mirov daketin kolanan û li dora berxwedana Kobanê bûn yek. Ji Çîn, Brezilya, Kanada, Rûsya û heta DYA’yê bi sed hezara mirov di Roja Kobanê ya Cîhanê ya 1'ê Mijdarê de, li kuştina mirovahiyê serî rakirin û helwestek exleqî dan nîşan. Di nava van çalakiyan de çalakiya herî balkêş jî bêguman jinên Afganistanê bûn. Bi daxuyaniyên çapemeniyê, meş û xwepêşandanan xwedî li berxwedana Kobanê derketin. Li Afganistanê di pêşengiya Partiya Hevgirtina Afganistanê (Solîdarîty Party of Afghanistan-SPA) li 7 eyaletan bi awayekê hem wext li dijî çeteyên DAIŞ’ê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyên ku li eyaletên wekî Herat, Farah, Nangarhar, Balkh, Takhar, Nimrûz û Bamyanê hatin lidarxistin de, bi hezaran kes dirûşmên azadiyê qîr kirin.
CÎHAN TEV LI BERXWEDANA KOBANÊ BÛ
Gelek kesayetên navdar ên xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê û fîlozof jî bi peyamên xwe piştgirî dan berxwedana Kobanê. Li gelek deverên cîhanê bi çalakiyên cuda xwedî li Kobanê derketin. Bi vê armancê li parzemênên Ewropa, Amerîk, Afrîka, Asya û Awustrualyayê komîte hatin avakirin û bi sedan xwepêşandan hatin organîzekirin. Li Almanyayê li 15 navendan, li Îtalyayê 19 navend, li Fransa herî kêm 40 organîzasyonên ku piştgirî didan çalakiyan, li 9 navendan hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de partiyên çep, femînîst, gelên amazîng û tamîlî, fransî, ermenî, bretonî û korsikayî jî di xwepêşandanan de cih girtin.
Dîsa, li bajarê Den Haag a Holandayê, li bajarê Lefkoşeyê ya Kibrisê, li Salzburg, Linz, Graz û Vinaya Awusturyayê, li bajarê Zurih a Swedê, li peytexta Belçikayê li Brukselê, li peytexta Yewnanistanê li Atinayê, li peytexta Îspanyayê li Madridê, li peytexta Herêma Bask a Xwesr Bilbao, Portekiz/Lizbon, li peytexta Komara Çek a Prag û li bajarê Varşovayê, gelan ji bo Kobanê meş lidarxistin.
Li 6 navendên Îngilistanê çalakî hatin lidarxistin.
LI WELATÊN SKANDINAVYAYÊ
Li bajarên Uppsala, Angered, Gavle, Malmo, Goteborg, Stockholm ên Îsveçê, li peytexta Danimarkayê li Kopenhagê, li peytexta Norveçê Osla û bajarê Bergen, li peytexta Finlendiyayê li Helsinkiyê jî çalakî hatin lidarxistin. Li Hindistanê 6 navendan, her wiha li Washingtona Amerikayê, li peytexta Arjantinê li Buenos Airesê, li bajarê Quito ya Ekvadorê, li bajarê Tegucigalpa ya Hondurasê, li bajarên Toronto û Vancouvera Kanadayê, li bajarên Adelaide û Sydneya Avustralyayê, li Venezuela, Pakistan û Şîliyê jî bi heman armancî bi hezaran mirov derketin kolanan û çalakî lidarxistin.
MA / Erdogan Altan