KOCAELÎ – Dr. Yucel Demîrer tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wekî “Sûcê lî dijî mirovahiyê” nirxand û got ku: “Tecrîd li Tirkiyeyê pirsgirêkek girîng a li pêşiya pêvajoya aştiyê ye.”
Dr. Yucel Demîrer bi boneya belavoka “Em ê nebin şirîkê vî sûcî” îmze kir, bi Biryara di Hukmê Qanûnê (KHK) de ji Zanîngeha Kocaeliyê hat îxrackirin. Dr. Demîrer tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand.
'TECRÎD LI PÊŞIYA AŞTIYÊ ASTENG E’
Demîrer destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê dest pê bike belavok îmze kirine û tiştên îro diqewimin pêvajoyê qeliband ber bi tarîtiyê ve. Demîrer diyar kir ku pêvajoya aştiyê bi du alî bû û wiha axivî: “Ji bo aştî bê axaftin her du alî jî xwedî mafê gotinê ne û xwedî girîngiyek xwe hebû.” Demîrer bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û wiha dewam kir: “Greva Îmraliyê di dîroka siyaseta Tirkiyê de nokteyek remza wê girîng e. Tecrîdkirina Ocalan li dijî sûcê mirovahiyê ye. Ev tecrîd di warê mafên mirov de gelek xetere ye. Tecrîd li Tirkiyeyê pirsgirêkek girîng a li pêşiya pêvajoya aştiyê ye.”
'PÊWÎST E OCALAN DI NAV ŞERTÊN MIROVÎ DE BIJÎ’
Demîrer da zanîn ku pêwîst e tecrîda Ocalan pê re rû bi rû maye li gorî pîvana gerdûnî ya mirovî bê sererastkirin û wiha pê de çû: “Ji bo Ocalan di nav şertên mirovî de bijî, di warê dîroka siyaseta Tirkiyeyê de xwedî girîngiyekê ye.”
'JI BO RÊYA AŞTIYÊ VEBIBE DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
Demîrer anî ziman ku tecrîd ji bo gelên li Tirkiyeyê rizandinê pêk tîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî ji bo rê li ber aştiyê vebibe divê şert û tecrîda li ser Ocalan tê meşandin bê rakirin û şert û mercên wî bên sererastkirin. Ji bo pêvajoya şer bi dawî bibe û pêvajoyek nû dest pê bike, divê Ocalan bikaribe xwe bi azadî bîne ziman. Ji bo aştî bigîhîje encamê beyana vînê gelek girîng e. ji bo alî xwe bînin ziman pêwîst e tecrîd demildest bi dawî bibe.”
MA / Elîf Çetîner