ŞIRNEX – Li Şirnexê piştî qedexeyên derketina kolanan bi dawî bû rapora saxlem dan xaniyê 3 qat yê Mehmet Kaynar û piştre xera kirin. Kaynar bertek nîşanî xerakirina xaniyê xwe da û got: "Rayedaran xwestin belgeya "PKK'ê xaniyê min xera kiriye" bi min bidin îmzekirin.
Li Şirnexe di navbera 14'ê Adarê û 14'ê Mijdara 2016'an de derketina derve hat qedexekirin. Piştî qedexe bû dawi bû rayedarên dewletê dest bi xerakirina xaniyan kirin. Gelek xanî li gel ku rapora saxlem e dan jî piştde dîsa xera kirin. Li şûna xaniyên hatin xerakirin xaniyên TOKÎ tên avakirin. Li taxên Yeşîlyurt, Bahçelievler, Gazipaşa û Dicle piştî qedexe bi dawî bû bi hezaran xaniyên ku saxlem bûn jî hatin xerakirin. Tevî ku Wezareta Bajarvani û Derdorê rapora saxlem da jî dîsa bi fermana Walitiyê hatin xerakirin. Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin bertek nîşanî vê yekê dan.
'EZ NAXWAZIN TÊKEVIM XANIYÊN TOKÎ'
Welatiyên ku xaniyên wan zerar nedîtibû û hatin xerakirin bertek nîşanî rayedaran dan û anîn ziman ku dê nekevin xaniyên TOKÎ. Yek ji welatiyê Şirnexê ku xaniyê wî zerar nedît û piştre hat xerakirin Mehmet Kaynar e. Mehmet Kaynar li gel ku rapora "Saxlem e" dan xaniyê wî yê 3 qat jî dîsa xerakirin Kaynar, anî ziman ku wî li ser 2.5 dolim zevi xaniyê xwe yê ji 3 qatan pêk dihat avakiribû û wiha got: "Ez naxwazim têkevim xaniyên TOKê ku niha avakirina wan berdewam dikin.
'XWESTIN EZ BÊJIM PKK'Ê XERA KIRIYE'
Kaynar, destnişan kir ku piştî xaniyê wî yê saxlem hat xerakirin rayedaran xwest belgeya “PKK'iyan xaniyê min xera kir" bi min bidin îmze kirin û wiha got: "Ji ber ku min nexwest bêbextiyan li kesî bikim min ew qaxiz îmze nekir. Dewletê xaniye min ê saxlem ê li ser kolanê bi kepçeyan xera kir. Ez dê çawa xerakirinê têxim stuyê hin kesên din. Ji bo xaniyê min neyê xerakirin min gelek di ber xwe da. Lê ji ber ku ez tenê bûm min nekarîbû tiştekî bikim û xaniyê min xera kirin. Çend çarin li min digerin û dixwazin kaxizê bi min bidin îmzekirin. Lê ez naçim îmze nakim. Yên ku xaniyê min xera kirin ez dê dozê li wan vekim."
MA / Mehmet Şah Oruç - Cîhan Olmaz