* Parêzer Mehmet Bayraktar ku di navbera salên 2006-2011'an de gelek caran bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, got ku hêleke navnetewî ya şert û mercên tecrîda li ser Ocalan heye. Bayraktar, diyar kir ku ji bo pêşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn divê bi Ocalan re hevdîtin kir.
* Siyasetmedar Selîm Sadak tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kir û got: “Tenê agahî ji Brêz Ocalan girtin têrê nake. Divê ku Ocalan ji bo diyalogê dîsa dikaribe rola xwe bileyîze divê şertên wî bên başkirin.”
* Dr. Yucel Demîrer tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek “Sûcê lî dijî mirovahiyê” nirxand û got: “Tecrîd li Tirkiyê pirsgirêkek girîng a li pêşiya pêvajoya aştiyê ye.”
* Berxwedana bêhempa ya Şengal û Kobanê ku li hember êrîşên DAIŞ’ê ya hêza taşeron a hêzên navneteweyî pêk hat, 1’ê Sermawezê Roja Kobanê ya Cîhanê afirand. Di vê rojê de li gelek welatên cîhanê bi milyonan kesên ji bawerî û çandên cuda rabûn ser piyan.
* Dîmenên rastî yên 3 kesên ji taxek Sûrê ku dema pevçûn lê diqewimîn bi mîzansena “teslîm bûn” hatin serwîskirin derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku 1 jê zarok 3 kes tên tazîkirin û dîmenên roja ewil hatine serewîskirin mîzansen in.
* Li Şirnexê piştî qedexeyên derketina kolanan bi dawî bû rapora saxlem dan xaniyê 3 qat yê Mehmet Kaynar û piştre xera kirin. Kaynar bertek nîşanî xerakirina xaniyê xwe da û got: "Rayedaran xwestin belgeya "PKK'ê xaniyê min xera kiriye" bi min bidin îmzekirin.
* Çiyayê Madrayê bi maşe û çamên xwe yên reş tê zanîn, aliyê wê yê bakur Çiyayê Şapê heye û di bin gefa fîrmayên siyanurê de ye. Berdevka BURÇEP'ê Hat3ice Engîn, aşkera kir ku dê jehreke ku bandora wê 100 salan dewam bike li pişt xwe bihêle.
* Helbestvanê kurd Arjen Arî dê di salvegera wefata xwe ya 5'emîn de li Pale Hunera Amedê bê bibîranîn. (19.00)
* Çalakiya "Em karê xwe paş ve dixwazin" dê di roja 356'emîn de li Kolana Yukselê dewam bike. (13:30-18:00)