AMED – Kêlikên gorên endamên HPG’ê û YPS’ê yên li Goristana Yenîkoyê ji aliyê polîsan ve hatin rûxandin.
Kêlikên gorên endamên HPG’ê û YPS’ê yên li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê ji aliyê polîsan ve hatin rûxandin. Kêlikên hatin rûxandin li derdorê hatin belavkirin ji aliyê welatiyan ve li ser goran komkirin. Hin welatiyan bertek nîşanî rûxandina goran dan.
MALBAT: EV YEK DI TU OLÊ DE TUNE YE
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; beriya çend rojan polîsên sivîl çûne goristanê û ji peywîrdarê goristanê re gotine kêlikên li ser “Şehîd” û “gerîla” nivîsandîne dê hemûyan xera bikin. Polîs serê sibê çûn goristanê û kêlikan rûxandine. Malbatên agahî bihîstin çûn goristanê. Malbatan diyar kirin ku nahêlin zarokên wan di gorên xwe de jî bi rehetî rakevin û êrîşa li dijî cenazeyan di tu olê de cihê wê tune ye.
HEDEF TÊN NÎŞANDAN
Di demên dawî de li ser tora civakê ji aliyên hin hesabên tora civakî ve bi parvekirinên wek “Li navenda Amedê gora PKK’ê heye” gor tên hedefkirin. Beriya niha jî li Goristana Yenîkoyê gorên endamên HPG, YJA-Star, YPS, YPS-JIN, YPG û YPJ’ê hatin rûxandin.