NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Îranê li Tehranê 6 karkerên kurd ên ji Îlamê di şîrketeke petrolê de ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan.
Li paytexta Îranê li Tehranê roja Înê agir bi şîrketeke petrolê ket. Di encama şewatê de 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku ji wan 6 karker kurdin û ji bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ne.
Navê karkerên kurd ên di şewatê de jiyana xwe ji dest wiha ne: Secad Darabî, Purya Darabî Muhsin Darabî, Efşar Mîrzayî, Karzan Emîrî û Nîhmet Kiwêxayî.
Cenazeyên karkeran şandin Îlamê û duh hatin veşartin.