ÎZMÎR – HDP’a Îzmîrê ji bo tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Ocalan bê rakirin û hevdîtin bên kirin, greva birçîbûnê ya daye destpêkirin, di roja 3’yan de dewrî komek duyemîn kirin. Çalakgerên beşdarî grevê bûn, xwestin deriyê Îmariyê vebe.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji bo tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 27'ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bi dorveger û bê dem kir. Koma ku 3 roj berê dest bi greva birçîbûnê kirin, çalakiya xwe dewrî komek din kirin. Koma ji 15 kesanên rêveberên navçeyên Buca û Konakê yên HDP’ê pêk hat, grev dewr girtin.
'JI BO AŞTIYÊ AKTORÊ SEREKEYE’
Hevserokê Buca ya HDP’ê Bîrol Duruk, bal kişand ser tecrîta girankirî ya 2 salan a li ser Ocalan û wiha axivî: “Tecrît nayê qebûl kirin. Tu aliyên vê tecrîtê yên hiqûqî, exlaqî û siyasî nîn in. Ocalan ji bo aştî, yekîti û wekheviyê ava bike, aktorek serekeye. Di bi Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ger ji Ocalan agahî neyê girtin, dê encamên nebaş derbikevin holê û dê dûrê ev yek neyê telafîkirin.”
'DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN'
Hevserokê naveçya Konak a HDP’ê Ramazana Kaygisiz jî da zanîn ku Ocalan 18 salin dibin tecrîtek girankirî de tê girtin û wiha axivî: “Teqez ev tecrît nayê qebûl kirin. Fikarên gelê kurd her roja derbas dibe mezintir dibin. Ev yek mirovan dixe nava gumanan. Divê dimildest tecrît bê rakirin û deriye Îmraliyê bê vekirin.”