AMED/ÎZMÎR - Li Girtîgeha Îskenderunê 50 gardiyanan bi ser odeya 12 girtiyan de girtin. Gardiyanan di serdegirtina odeyê de li girtiyan dan û girtî îşkence kirin. Li Girtîgeha Mûşê jî girtî tevî pîcema û pêxwas sirgûnî Şakranê kirin.
Li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê, koma gardiyanan a ji 50 kesan pêk dihat, bi ser odeya girtiyên siyasî ya ji 12 kesan pêk tê girtin. Gardiyanên bi ser odeya girtiyan de girt gotinên nexweş kirin û neheqî li girtiyan kirin. Girtiyê rastî êrîşê hat Agit Tekin agahî da dayika xwe Bahriye Tekin. Tekîn, anî ziman ku di 24'ê Cotmehê de dema çû hevdîtina vekirî ya girtiyan, kurê wê serpêhatiyên xwe vegotiye. Tekin, anî ziman ku kurê wê dema hat binçavkirin rastî îşkenceyê hatibû û milê wî seqet mabû. Tekîn, destnîşan kirku di dema çû hevdîtina kurê xwe, kurê wê diyar kir ku di 18ê Cotmehê saet di 03.00'an de nêzî 50 gardiyanan bi ser odeyê de giritne û wiha got: "Gardiyanan bi ser odeyê de girtin û 12 girtî bi lêdanê ji ranzayan daxistin û bi copan li wan dan. Kurê min yê astengdar jî bi lêdane ji ranzayê daxistin. Girtî ji ber rastî lêdan û îşkenceyê hatin laşê wan reş û şîn bûbû.
DI HEVDÎTINÊ DE ZORA LÊGERÎNA TAZÎ LI WAN DIKIN
Tekin, destnîşan kir ku dema diçin hevditinê gardiyan zorê li wan dikin û dixwazin di lêgerîna tazî re derbas bibin û wiha got: "Jinên ku tên hevdîtinê pantolonên wan derdixin û etekan li wan dikin. Wan di cihaza boxer û x ray re derbas dikin. Ev yek nayê qebûl kirin. Li dijî mafên mirovan e. Min der barê berpirsiyaran de gilî kir. Ji bo alîkariya hiqûqî min serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da.
ÎZMÎR
Ji Girtîgeha tîpa E ya Mûşê jî di 7'ê Cotmehê de 35 girtî sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 û 4'an ên Şakrana Îzmirê kirin. 15 girtî jî sewqî Sîncanê kirin. Girtî Mehmet Fuat Erol, Nimet Robin Erdencî, Nihat Bingol, Erhan Şenyuva, Mehmet Şirin Arslan û Harun Şimşek sirgûnî Girtîgeha Hêjmar 4 a Şakranê kirin. Mehmet Nuri Yilmaz, Şerif Yavaş, Agit Gezici, Mehmet Akçora jî sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Şakranê kirin. Berdevka Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re ya Îzmîrê Selma Altan, diyar kirin ku dema girtî sewq kirine tundî liser wan meşandine."
PÊXWAS Û BI KELEPÇA LI PIŞT SIRGÛN KIRIN
Altan, anî ziman ku dema girtî sirgûn kirine şev nîvê şevê ew ji odeyan derxistine û sirgûn kirine û wiha got: "Destûr nedan ku girtî cilên xwe bi xwe re derxin. Girtî destê wan li pişt wan kelepçe kirine û ew sirgûn kirine. Hinek ji wan pêxwaz, hinek ji wan bi şimikê derxistin. Hinek ji wan jî tevî pîceme û eşofman li maşîna rîngê suyar kirin û sirgûn kirin. Destê wan li pişt wan kelepçe kirin. Bi heman rengî bi balafirê suyar kirine."
Altan, anî ziman ku girtiyên anîn Şakranê 3 rojin pêxwas di hucreyan de tên girtin û wiha got: "Girtî 3 roj tevî cilên şevê tên rawestandin û pêxwas in. Tevî ku daxwaz kirine ji hêj daxwazên wan ne bersivandine."