ŞIRNEX - Qeyûmê tayîna Şaredariya Cizîrê hat kirin, bi boneya Cejna Komarê ya 29’ê Cotemê bi darê zorê xwest esnaf ala tirk bi dikanên xwe ve bikin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê qeyûmê tayîna Şaredariya BDP’a Cizîrê hat kirin, bi boneya Cejna Komarê ya 29’ê Cotmehê, bi anonsên kirin, mecbûriya alên tirk esbaf bi dikanên xwe ve daleqînin, anî. Di anonsê de hat bangkirin ku kesên ala tirk bi dikanên xwe nekin dê derbarê wan lêpirsîna îdarî dest pê bikin.
Di anonsên çend car hatin dubare kirin de, wiha hat gotin: “Em ê bi alan bajêr tije bikin. Bi boneya Cejna Komarê ya 29’ê Cotmehê hemû sazî û cihê kar ên fermî mecburin ala tirk daleqin in. Heya cejin neqede, bila kes alan nedaxe. Ên ku alên hatîn daliqandin jêbike û al bi dikanên xwe ve nekin, dê derbarê wan de lêpîrsîna îdarî des pê bikin.”
SIREYÊN BEŞDARVANÊN MERASÎMÊ VALE MAN
Li navçeyê ji ber roja Pazarê hema bejê hemû dikan girtîbûn. Ji Cejna Komarê ya 29’ê Cotmehê li saha topê merasîma fermî hat lidarxistin. Merasîma dibin ewlekariyek mezin hat lidarxistin de, valebûan sireyên beşdarvanên merasîmê bal kişand.