ANTALYA - Li navçeya Doşemealtiyê Osman Aslan jina bi navê N.Y. qetil kir û cenazeyê wê avêt bîra avê.
Osman Aslan ê 68 salî ku li navçeya Doşemealtiyê dijî, di 28'ê Cotmehê de jina bi navê N.Y. ku ku bi hevre dijîn, qetil kir û cenazeyê wê avêt bîra avê. Aslan, piştre li cenderme û ekîbên tenduristiyê geriya û li xwe mûkir hat. Cenazeyê N.Y. ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê.
Osman Arslan jî ji bo îfadeya wî bê girtin, hat binçavkirin.