ENQERE - Rêveberiya Girtîgeha Tipa F a Boluyê xwendina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi li girtiyan qedexe kir.
Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Boluyê xwendina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê li girtiyan qedexe kir. Girtî Ridvan Taniş, bi riya nameya ku di 26'ê Cotmehê de şand, diyar kir ku mafê wan ê ragihandinê hatiye asteng kirin û wiha got: "Lijneya Dîsîplîne ya Girtîgehê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi hinceta "Bi saqince ye" li me qedexe kiriye. Diranê min ê 20 salî ji meha adarê heta niha xwin dibe. Divê ez derkevim revîrê û emeliyat bibim. Lê dixwazin ez tevî kelepçeyê emeliyat bibim. Ji ber ku min li derî da, 3 mehan cezaye hevdîtinê li min qedexe kirin. Daxwaza me ya guhertina odeyê pêk nînin. Radyoyê di destê me de kom kirin. Bi awayekî keyfî bi ser odeyên me de digirin. Rojnameyê nadin me. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi hinceta "qedexe ye" nadin me."