WAN – Li Çiyayê Erekê yê girêdayî navenda Wanê ku 3 hezar û 200 metro bilind e berfa ewil a salê bariya. Berfa ku duh bi şev bariya lûtkeyên Çiyayê Erekê spî kir. Her sal di van deman de li herêma Wanê barîna berfê dest pê dike û heta destpêka mehên biharê didome.