ENQERE - Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê di roja 354’an de berdewam kir û di çalakiyê de 4 kes hatin binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbên ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 234’an de û çalakiya karkerên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 354’an de berdewam kir. Nazan Bozkurt, Mehmet Dersulu û çalakger ji bo daxuyanî bidin li Kolana Konurê kom bûn. Polîsên ku Kolana Konurê bi mertalan dorpêç kirin, destûr nedan çalakger derbas bibin. Polîsan êrîşî çalakgerên xwestin daxuyaniye li ber mertalên polîsan bidin, kirin û pankarta çalakgeran çirandin. Bi êrîşa polîsan re çalakgeran dirûşmên “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” û “Em kedkarin, mafdarin û dê qezenc bikin” berz kirin. Polîsên êrîş kirin, Nazan Bozkurt, Mehemt Dersulu û 2 kesên din bi lêdanê kirin binçavan. Çalakgerên bi darê zorê kirin maşineyên polîsan, bertekên tund nîşanî polîsên ew derp kirin, dan.