ÎZMÎR - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo agahî ji rewşa Rêbeê PKK’ê Abdullah Ocalan bigirin li Îzmîrê hat destpêkirin, di roja duyemîn de didome. Rêveber û endamên HDP’ê, diyar kirin ku ramanên Ocalan tecrî dikin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, bi armanca balê bikişîne ser tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dest bi çalakiya greva biçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin, di roja duyemîn de berdewam dike. Çalakî li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome. Yek ji çalakgerên di greva birçîbûnê de Arîfe Çinar, diyar kir ku ji bo li Rojhilata Navîn, jiyana azad a jin û gelan ava bibe, pêwîstî bi ramanên Ocalan heye.
‘HEYA KU OCALAN AZAD NEBE, TU GEL AZAD NABIN’
Çinar, anî ziman ku li Rojava li ser xeta Ocalan pergalek nû hat avakirin û wiha axivî: “Ji bo ku ramanên Ocalan belav nebin û xeta neteweya demokratîk pêş nekeve, tecrîdê pêk tîn in. Heya ku Birêz Ocalan azad nebe, tu gel azad nabin, demokrasî azad nabe û dê maf û edalet li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn neyê hîs kirin. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe, em dest bi greva bîrçîbûnê kir. Ez bang li hemû kesê dikim ku di vê mijarê de bi hestiyar tevbigerin.”
'GER EM ÇARESERÎ BIXWAZIN DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
Yek ji rêveberên HDP’a bajêr Hacay Yilmaza jî, di axaftina xwe de wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan, di heman demê de tecrîda li ser aştiyê, gel û azadiyê ye. Kaotîka em îro dijîn bi vê tecrîtê dest pê kir. Ger em aştî û çareseriyê bixwazin, berî her tiştî divê tecrîta li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe.”
'DIVÊ TECRÎT BÊ ŞIKANDIN'
Endamê Meclisa HDP’ê Ayhan Çetînkaya jî, destnîşan kir ku teqez tecrîd nayê qebûl kirin û wiha axivî: “Li Tirkiye û Rojhilata Navîn Ocalan Rêberek bi çalak e. Di pêvajoya çareseriyê de mirin û xwîn rawestiyan. Hemû gelan ramanên Ocalan êdî qebûl kiriye Lê desthilatdariya siyayî ji vê ne baş bi bandor bû. Desthilatdariyê ji ber tirsa lewaz bibe, pêvajoya çareseriyê bi dawî anî û pêkanîna tecrîtê ya li ser Ocalan kir dewrê. Bi armanca tecrîta li ser Ocalan bi dawî bibe me dest bi greva birçîbûnê kir. Em bang li hemû cîhanê dikin ku li dijî tecrîdê bêdeng nemîn in û werin em bi hevre vê tecrîtê bişkîn in.”