STENBOL/MERSÎN – Yekîneyên polîsan li 12 navçeyên Stenbolê bi ser malan de girt û 14 kes binçav kirin. Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê jî Hevseroka HDP'ê Mehdiye Çiçekdag jî di navde 6 kes binçav kirin.
Yekîneyên polîsan serê sibê li 12 navçeyên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de 14 kes binçav kirin. Polîsan li navçeyên Esenyurt, Esenler, Eyup, Gungoren, Fatih, Kadikoy, Buyukçekmece, Sancaktepe, Sultangazî, Sultanbeylî, Umraniye û Tuzla bi ser gelek mlan de girt û 14 kesên binçav kirin birin Midûriyeta polîsan a Vatanê ya Stenbolê.
Kesên navê wan hat zanîn wiha ne: Ugur Moco, Semîh Aladag, İhsan Sutçu, Mazlum Korkmaz, Edip Cemîloglu.
LI TARSÛSÊ 6 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 6 kes binçavkirin. Li taxên Girne û Şahin polîsan bi ser gelek malan de girt. Di navde hevseroka HDP'ê ya Tarsûsê Mehdiye Çiçekdag jî heye 6 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Tarsûsê. Kesên navê wan hat zanîn wiha ne: Mehdiye Çiçekdag, Huseyin Çiçek, Hamdiye Kirici û Edip Nergis.