EDENE - Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş tev li taştêya ku partiya wê amade kiribû bû, got ku "Di vê dojehê de em hemû bi hev re dijîn. HDP hêviyek mezin e. Em dest ji îdiaya xwe bernadin. 7'ê Hezîranên nû nêz in. Em ê bi hev re bi ser kevin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, bi Wekîla Edeneyê Meral Daniş Beştaş re li ser rojeva 2'yemîn Kongreya Asayî bi Rêxistinên Saziyên Sivîl re li Otela Şîrîn Parkê taştê xwarin. Di taştê de Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Kedê (EMEP), Egîtin Sen, parêzerên endamên ÎHD'ê û gelek parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK'ê hat girtin, rêveberên HDP'a bajêr û navçeuam amade bûn. Endama MYK'a HDP'ê Asiye Koçak di taştê de axivî, da zanîn ku ew di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin û vê yekê li hemû qadê tînin ziman û wiha got: "Lê em tenê di van her du salan de ji van şertên zehmet re derbas nabin. Li vî welatî dîrokeke kesên serdest û bindest heye. Di gelek serdeman de li dijî vê pêvajoyê têkoşînên dîrokî hatine meşandin."
'HÊJ RUHÊ 7'Ê HEZÎRANÊ ZINDÎ YE'
Koçak aşkera kir ku ev du sal e gelên li Tirkiyeyê bi konsepteke şerê taybet re rû bi rû ne, lê hateyeke vê konseptê tune û wiha got: "Bi saya têkoşîna demokratîk ev konsep bi ser neket û dê bi ser nekeve jî. Ruxmê hemû zextan jî em wekî HDP li ser piyan e. Hêj ruhê 7'ê Hezîranê zindî ye."
HEDEF TASFIYEKIRINA HDP'Ê BÛ
Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Beştaş jî destnîşan kir ku her kongreya ku ew li dar dixin, ji bo wan girîng e û bi vê kongreyê re hêviyên wan zindî dibin û wiha axivî: "Ev kongre ji bo dorpêça li dora berxwedan, mezinkirina hêviyan û civakî bê rakirin, amûr in. Êrîşên li dijî partiya me di 7'ê Hezîranê re dest pê kir û di 1'ê Mijdara 2015'an re berfireh bû û di 4'ê Mijdara 2016'an de bi girtina hevserokên me yên giştî Selahattîn Demoîrtaş û Fîgen Yuksekdag re derket asta herî jor. Hedefa desthilatdariyê ew bû partiya me tasfiye bike."
Beştaş da zanîn ku heta HDP hebe, dê tasfiyekar negihêjin armanca xwe û li dijî êrîşên hikumeta AKP'ê banga hevgirtinê kir û ev tişt got: "Polîtîkaya Tirkiyeyê di qada navbeteweyî û Rojhilata Navîn de îflaz kiriye. Îro jî ketiye lîçoqa Idlibê. Duhê Neteweyên Yekbûyî raporek amade kir, Tirkiye pir hişk tê rexnekirin. Di warê girtina akademîsyen, rojnameger, siyasetmedar û muxalîfan de rexneyên cidî hene."
'PÊWÎSTIYA AKP'Ê BI OHAL'Ê HEYE'
Beştaş diyar kir ku debreya 15'ê Tîrmehê ji bo desthilatdariyê lutufek e û wiha pê de çû: "Bi rêya derbeyê di nava sefahatê de dijîn. Her tiştî bi debeya 15'ê Tîrmehê ve digêdidin. Di destê wan de çoyê sêrê OHAL heye. Bi her şeklî OHAL'ê dixebitînin, muxalîfan bêdeng dikin, HDP'ê krîmînalîze dikin, her kesî wekî 'Terorîst' îlan dikin, yên naecibînin jî bi KHK'yên di nîvê şevê de derdixin, wan bi komî davêjin girtîgehan."
Beştaş got ku heke ew ji bingehê ve xwe li dijî faşîzmê rêxistin bikin, dê bi ser kevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hemû di vê dojehê de dijîn. HDP hêviyek mezin e. Hêj ruhê 7'ê Hezîranê zindî ye û nêz e. Em ê vê bi hev re bibin serkeftinê. Bi vê şiyarê ez her kesî dawetî kongreya 5'ê Mijdarê dikim."
Piştî axaftinan civînê bi girtî dewam kir.