STENBOL - Piştevaniya Hopayê, girtina Hevserokê HDP’ê yê Hopa’yê Cemîl Aksu û hevjîna wî Nurcan Vayîç Aksu yên ji ber parvekirinên medyaya civak, şermezar kirin û xwestin bên berdan.
Piştevaniya Hopa, ji bo şermezarkirina girtina Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hopa nivîskar Cemîl Aksu û hevjîna wî Nurcan Vayîç Aksu û endamê Partiya Sosyayîst a Bindestan (ESP) Efraîm Vayîç civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê li Şaxa Yekîtiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) a Stenbolê hat lidarxistin. Pankarta “Ji girtiyên Hopa yê re azadî” û wêneyên girtiyan hat daliqandin. Li ser navê Piştevaniya Hopa Hîkmet Akçîçek daxuyanî da û wiha axivî: “Hevalên me yên hatin girtin xebatên ekolojî, çanda herêmî, siyaset û mijarên dîrokî bi rêve dibirin. Hemû xebatên dikirin meşrû û qanûnî bûn. Di parvekirinên xwe yên medyaya civakî de ji derveyî raman û fikrê azad tiştek din parve nekirine. Di vê çarçoveyê de hevalên me hatin girtin. Gelo ev dikeve kîjan hiqûq, edalet û wijdanê?”
'DÊ SERDEST HESAP BIDIN'
Akçîçek, diyar kir ku girtina Cemîl û Nurcan ên pey hev, herî zêde zarokên wan ên diçin refa 2’yemîn a dibistana seretayî bi bandor kirin. Ayçîçek, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ên ku serdestiyê ji welatê me re dikin, bila ji vê rewşê şerim bikin. Dê serdest hesabên vê yekê bidin. Bi van girtin û binçavkirinên siyasî, dixwazin deng û vîna gelê Hopa yê li dijî êrîş, binpêkirin, bêedaletî û bêhiqûyî bilind dibe, bişkîn in. Em van girtinan şermezar dikin û dibêjin demildest hevalên me berdin.”
'DAWÎ LI ZORDARIYÊ HATIYE'
Piştî Akçîçek, endamê MYK’a ESP’ê Sedat Şenoglu jî axivî û wiha got: “Dê hevalên me yên girtî bi kenên xwe bersiva herî mezin bidin desthilatdar û serdestan. Êdî dawî li zordariya serdestan hatiye.”