EFRÎN - Artêşa tirk a bi hesabên "şer rawestîne" ked Idlibê, gundên Atme, Darit Îze, Kela Seman, Qilê û Selva yên girêdayî Efrînê da ber topan. Hat diyarkirin ku noqteyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî hatine bombekirin.
Piştî Tirkiye, Rûsya û Îranê li paytexta Kazakistanê li Astanayê biryar da ku dê "Idlibê bikin herêma bê pevçûn a 4'emîn", TSK'ê kantona Efrînê ji eniya rojava ve dorpêç kir û herêm veguherand çemberek ji agir. TSK'ê di 7'ê Cotmehê de komên pêşeng ên Mertalê Firatê şandin, piştre bi Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) re li hev kirin, beyî ku bi berxwedanekê re rû bi rû bimîne, li gundên Atme, Darit Îze, Kela Seman, Qilê û Sevayê bi cih bû, gundên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) lê bi cih bûye, da ber topan.
TSK'ê ev demek bû gundên Til Rifat, Dêr Cemal û Minixê yên dikevin bakurê Efrînê û herêma Şehbayê dida ber topan, nijha jî ji rojava ve êrîş dike.
ÊRÎŞ DEWAM DIKIN
Êrîşên di vê çarçoveyê de bê navber dewam dikin, îro di saetên serê sibehê de ji qereqplên Kîlîs û Akçabaglarê gundên Qestel Cindo û Dîkmetaşê yên Efrînê bi 5 hewanan hatin bombekirin. Di êrîşa hewanan de zerara madî çêbû.
Dîsa TSK'ê duh li gundên Darit Îze, Kela Seman, Qilê, Selva û Atme yên Efrînê bi cih bû, bi 30 hewanan gundên Îskan, Cemalê û Dêr Belutê yên Cindirêsê bombe kir. Hêzên QSD'ê jî bersiv da êrîşên TSK'ê.
NOQTYA NÛ: ŞÊX AQIL
TSK'ê piştî noqteyên dikevin rojavayê Efrînê girtin, duh jî gundê Şêx Aqil ê 20 kîlometreyî dikeve rojavayê Helebê girt. Gundê Şêx Aqil pêşberî gundên Basufanê, Ferfertîn û Başemrê yên navçeya Şêravaya Efrînê ye. Dîsa ev gunda li pêşberî bajarokên Nubul û Zehra yên di destê rejîmê de ne û tenê 7 kîlometreyan dûr hev in.
DÊ ŞEREKÎ MEZIN DERKEVE
Şêx Aqil di heman demê qasî 28 kîlometreyî dûrî gundên Til Rifat, Kefernaya, Kefernasih û Ehrasê ye, Tirkiye ji bo komên Mertalê Firatê yên li Şehbayê bigihîne Idlibê vê herêmê topbaran dike. Tirkiyeya ku dixwaze li vê herêmê korîdora Idlib-Şehbayê veke, di heman demê de hêzên Rûsyayê jî hene, di ihtimala êrîşekê de, dê rejîm jî tev li şer bibe û dê şerê li vê herêmê gelekî mezin bibe.