STENBOL - Yildiz Gemîcîoglu ya bi nexweşîna Wernîcke Korsakoff, piştî rapora Tipa Edlî ya 8’an a “Nikare di girtîgehê bimîne” di 27’ê Cotmehê de hat berdan. Gemîcîoglu, diyar kir ku li girtîgeha Tarsusê tu mafî nas nakin û rewşa girtiyên nexweş giran e.
Li Tirkiyeyê di salên 2000’î de, ji bo bi dawîkirin îşkence, êrîş û tecrîda li ser girtîgehên Tîpên F, di rojiyên mirinê yên hatin destpêkirin de, ji 30’î zêdetir girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes jî bi nexweşiyên mayînde re rû bi rû man. Yildiz Gemîcîoglu jî ku li Girtîgeha Umraniyê di koma yekem a greva bîrçîbûnê de cih girt û 301 rojan di greva birçîbûnê de ma, bi nexweşîna Wernîcke korsakoff a asta dawî ket. Gemîcîgolu, di sala 2001’an de bi dawî anîna greva birçîbûnê re hat berdan. Cezayê Gemîcîoglu piştî 2007’an bi îdîaya “Endama Rêxistinê ye” hat erêkirin û di 16’ê Gulan 2017’an de hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Tîpa C a Tarsusê.
Gemîcîoglu, pişt mehek û nivî li vir ma, sîrgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê kirin û 7 caran rapora Tipa Edlî ya “Nikara di girtîgehê de bimîne” girt. Gemîcîoglu, piştî 8 caran rapor sand, tehliye bû. Gemîcîoglu, pêvajoya xwe ya li girtîgehê wiha anî ziman: “Min got dê dîsan jî min bernedin, lê piştî rapora 8’an a Tipa Edlî ez berdan. Mîna min gelek hevalên bi nexweşîna giran li benda berdanê ne.”
'BI LÊDANÊ EZ SÎRGÛN KIRIM'
Gemîcîoglu, diyar kir ku ji ber tenduristiya xwe, salên 2000’î nayên bîra wê û wiha axivî: “Di nava vê hefteyê de 6 mehên min ê li girtîgehê tije bû. Berê firara 10 salan bûm. Ji ber nexweşiya xwe min nekarî di derfetên girtîgehê bijîm. Gava em sîgûn kirin, îşkence li me kirin. Li girtîgeha Tarsusê diyeta ku divê bidin girtiyên nexweş, nadin û çûyîna revîrê bi serê xwe îşkence bû. Ji me re digotin bijîşk tuneye.”
‘TU MAF LI GIRTÎGEHA TARSUSÊ TUNEYE'
Gemîcîoglu, da zanîn ku tu ferq dinavbera pêkanînên li Tarsus û Bakirkoyê de tunebûn û wiha bilêv kir: “Rayedarên Tarsusê îşkencekar bûn. Di nivîsên min berê xwendin de, digotin midûrê Girtîgeha Tarsusê, midûrê îşkencekar û kujer ê midûrê Girtîgeha Amedê ye. Li Tarsusê tu mafên girtiyan tunebûn. Pêkanînên li Tarsusê gelek hişk bûn.”
'FERZKIRINA KINCÊN YEK RENGÎ RASTÎ BERXWEDANÊ HAT'
Gemîcîoglu, bal kişand ser pêkanîna kincên yek rengî û wiha pê de çû: “Ji roja ku ev pêkanîn ket rojevê û vir ve, girtiyên şoreşger biryar dan ku dê vê pêkanînê qebûl nekin. Ji xwe pêkanînek wisan ne pêkane ku bê kirin. Di sala 1980’î de ev pêkanîn rastî berxwedanê hat. Dê ev pêkanîna îro jî rastî berxwedanê bê. Di serdema OHAL’ê de li girtîgehan tu tişt bi dest nexistin. Ji ber vê yekê pirtûk, hevdîtin asteng kirin û cezayê keyfî zêde kirin. Di demên dawî de li dijî girtiyên nexweş pêkanînên wiha pêş xistin. Înîsiyatîfê ji bijîşkan re dihêlin û dibêjin înîsiyatîfa me tuneye. Bijîşk jî li gorî dilê xwe nêzî nexweşan dibe. Ji ber vê yekê girtiyên nexweş muayene nakin.”
'ROJÊN ZOR DÊ LI GIRTÎGEHAN DES PÊ BIKE'
Gemîcîoglu, di dawiya axaftina xwe de banga serbest berdana girtiyên nexweş kir û wiha got: “Derfetên girtîgehê her ku diçe bi zortir dibin. Bi taybetî di pêvajoya bê de, zoriyên li girtîgehan zêdetir bibin. Divê em xwedî girtiyan derbikevin.”
MA / Bîlal Seçkîn