ENQERE - Nameyên girtiyên li girtîgehên Sîlîvrî û Wanê ji ber ku balê dikişînin ser zextan, bi hinceta "ewlehiya saziyan dixe xetereyê" tên desteserkirin.
Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê û Girtîgeha Wanê tên girtin, bi rêya nameyan zextên li girtîgehan bi raya giştî re parve dikin. Girtiyê bi navê Hasan Farsal ê li Girtîgeha Sîlîvriyê dimîne, di nameya xwe ya 17'ê Cotmeha 2017'an de aşkera kiribû ku mafên wî yên pirtûk û weşanan hatiye qedexekirin.
'KOVARA LI BAYIYAN TÊ FIROTIN NADIN ME'
Faysal di nameya xwe de binpêkirinên mafan bi rêya nameyekê parve kir û ev tişt got: "Pirtûkên ku ji me re tên şandin, bi hincetên wekî 'Propagandaya rêxistinê', 'Ragihandina rêxistinê' nadin me. Dema em ji vê re itirazan dikin, Dozgeriya Înfazê bi hincetên vala qedexeyan derdixe pêşiya me. Weşanên qedexekirî bi giştî weşanên Hazîran, Boran û Tavirê ne. Her wiha Kovara Yuruyuş a li hemû bayiyan tê firotin jî nagirin girtîgehê."
'LI DIJÎ EWLEHIYA XWE XETER DIBÎNIN'
Akil Nerguz ê li Girtîgeha Wanê dimîne jî destnîşan kir ku mafên wanên sohbet, pirtûk û weşanan tê astengkirin û wiha axivî: "Gelek hevalên me di hucreyên yek kesî de dimînin û der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin. Naxwazin em van zextan bi rojnameyan re jî parve bikin. Faksên demên borî me ji parêzerên girtî re jî şandin hatin astengkirin. Nameyên me bi hincetên wekî 'ewlehiya saziyê dixe xetereyê' tên astengkirin."