NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Beyrûda Lubnanê konferansa "Krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk Rojhilata Navîn ve" dest pê kir.
Li paytexta Beyrûda Lubnanê konferansa “Aloziyên Rojhilata Navîn û Modernîteya Demokratîk” hat lidarxistin. Ji welatên mîna Misir, Lubnan, Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriyeyê û Ewropayê gelek şandeyên dinav de kesayetên siyasetmedar, nav û deng beşdarî konferansê bûn. Konferans bi deqeyek rêzgirin û xwendina sîrûda niştimanî ya Lubanê dest pê kir.
Serokê Partiya Suryanî yên li Lubnanê Îbrahîm Mûrad di kongreyê de axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Mûrad tekez kir ku ev konferans ku hemû pêkhate ji hemû mezhebên Rojhilata Navîn beşdar bûne, mînaka hevgirtina hemû gelên Rojhilata Navîn e ku bawariya wan bi edalet, aştî û biratiya gelan tê. Her wiha Mûrad destnîşan kir ku hemû sîstemên desthilatdar û dîktator qutkirin û şer di navbera gelan de çêkirin.
Mûrad di axaftina xwe de got divê biratî di navbera gelên herêmê de ji nû ve çêbe da ku rola sîstemên desthilatdar kêm bibe û wiha got: “Ji bo rizgarkirina hemû kesên xwedî nêrîn, di serî de Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan, ji girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyeyê derxistin û ji bo vê banga bilindkirina asta têkoşînê dikim.”
Konferansa bi nirxandin û axaftinên beşdarvanan didome.