KOCAELÎ - Hevserokên HDP'ê yên Kocaelî û navçeyên wê, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û wiha gotin: "Kesên ji aştiyê ditirsin tecrîda li ser Ocalan girantir dikin."
Nîqaşên der barê şert û mercên ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, şik û gumanên civakê zêde dikin. Hevserokên HDP'ê yên Kocaeliyê û navçeyên wê balê kişandin tecrîda li ser Ocalan û gotin divê tecrîd bê rakirin.
Hevserokê HDP'ê yê Kocaeliyê Îbrahîm Ergîn, anî ziman ku Ocalan xeta sor a gelê kurd e û divê hikûmeta Tirkiyeyê vê rewşê qebûl bike. Ergîn, dest nîşan kir ku bêyî Ocalan ne mumkun e ku li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde pêk bê û wiha got: "Çi qas hikûmet polîtîkayên xwe yên şer bidomîne, Ocalan jî ewqasî dibêje aştî. Ji ber vê hikûmet ji Ocalan ditirse." Ergîn got ku di pêvajoya aştiyê de gelên Tirkiyeyê bi rihetî bêhn distandin û wiha domand: "Me dît ku pêvajoiya çareseriyê aştî kir para her kesî. Encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê li holê ne. Kesên gotin aştî û demokrasî bi ser ketin, lê belê hikûmetê ev yek hezm nekir. Kesên ji aştiyê ditirsin tecrîda li ser Ocalan girantir dikin."
'DIVÊ OCALAN BÊ BERDAN'
Hevserokê HDP'ê yê Gebzeyê Mûstafa Altûnbaş jî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan berdewamiya "komploya navnetewî" ye û kesên dizanin dê fikrên Ocalan aştiyê bîne Rojhilata Navîn vê tecrîdê disepînin. Altunbaş got ku wê fikrên Ocalan aştiyê bîne Rojhilata Navîn û mînaka pergala ku li Rojavayê tê avakirin nîşan da. Altûnbaş, dest nîşan kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê demildest Ocalan bê berdan.
‘AZADIYA OCALAN AZADIYA GELAN E'
Altunbaş, dest nîşan kir ku di her şert û mercî de gelê kurd li cem Ocalan e û wî wek rêberê xwe dibîne. Altunbaş, diyar kir ku temînata aştiyeke mayînde li Îmraliyê ye û bêyî Ocalan aştî pêk nayê. Altûnbaş, anî ziman ku heta ji wan bê ew ê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û azadiya Ocalan azadiya wan e. Altunbaş got ku divê hemû demokrat, sosyalîst ji bo rakirina tecrîdê tev bigerin.
'TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Hevseroka HDP'ê ya Çayirovayê Emîne Akbaş jî, diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya jina ye û wiha got: "Tecrîdkirina pêşengekî ku jin û gelê kurd wî wek rêber esas digirin, nayê qebûlkirin. Akbaş, got ku ji bo azadiya Ocalan û rakirina tecrîdê ew ê tim li qadan bin û bang li hemû jinan kir da ji bo azadiya Ocalan bitêkoşin.