*Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê nû vebûye hatin kirin wiha gotin: “Midurê duyemîn ê girtîgehê Zayîm Çîl fermana zextên li ser girtiyan dide. Midur ji me re dibêje ‘Li vir dewlet jî hiqûq jî ez im. Hemû çalakiyên me civakî asteng dikin.”
*Ji ber pirsgirêkên bi DYA û welatên cînar e, mişmişên Meletiyê di dest cotkaran de man. Serokê Borsaya Bazirganiyê Gursel Ozbey, dest nîşan kir ku bi piranî mişmiş îxracî DYA û Herêma Kurdistana Federe tên kirin. Ozbey, anî ziman ku heke pirsgirêka bi her du welatan re neyê çareserkirin, wê aboriya bajêr felcî bibe.
*Di ser girtina saziyên çapemeniyê yên kurdan ku bi KHK'yan hatin girtin re salek derbas bû. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya, got ku dewlet negihaştiye armanca xwe. Nûçegihana JINHA'yê Berîtan Canozer jî wiha got: "Hîn jî em bi deng û rengê jinê li qada ne û em ê tim lê bin."
*Hevserokên HDP'ê yên Kocaelî û navçeyên wê, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û wiha gotin: "Kesên ji aştiyê ditirsin tecrîda li ser Ocalan girantir dikin."
*Di çarçoveya operasyona ku li bejahiya navçeya Farqînê pêk hat de, 4 leşker birîndar bûn. Li herêmê pevçûn berdewam dike.
*Li gor daneyên Wezareta Dadê, hejmara xwendekarên hatine girtin û di girtîgehê de ne 2 hezar û 593 ye. Her wiha hat daxuyandin ku hejmara kesên di girtîgehê de ne û xwendina xwe ji derve didomînin jî 69 hezar û 301 kes e.
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dê bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş li Otela Şirin Park bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî re kom bibe. (10.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê 2'emîn kongreya xwe ya bajar li Salona Dawetê ya Şehitlik Çamlikê pêk bîne. (10.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Wanê dê 2'emîn Kongreya xwe ya asayî bi tevlêbûna Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen pêk bîne. (10.00)
* Komxebata Rêveberiyên Herêmî ya DBP û HDP'ê dê li 1'emîn Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê pêk bê. ( 11.00)
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya şemiyê ku her hefte ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 657’an de li Qada Galatasarê berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 455'an de li Şaxa ÎHD'ê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00 )
* Înîsiyatifa Rojnamegerên li Derve bi armanca piştevaniya Rojnamegerên girtî dê bi silogana "Ji bo edaletê were, were azadiya xwe" li Qada Mehmet Ayvalitaş a Kadikoyê dê bimeşin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ji bo aqûbeta windayan û girtiyên nexweş bipirsin dê di hefteya 404'an de li Qada Sumerbanga berê daxuyaniyê bidin. (13.00)
* Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê di hefteya 292'an de çalakiya "Rûniştina F" pêk bînin. (13.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bi armanca balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (16.00)
* 3'emîn Rojên çand û hunera kurd a Stenbolê ku ji aliyê NÇM'ê ve hatiye amadekirin didome. (15.00-18.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê li avahiya xwe "Ji bo girtiyên nexweş azadî" daxuyaniyê biden çapemeniyê. (18.00)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 354'an de berdewam bike. (13.30-18.00)