STENBOL - Girtiya nexweş Yildiz Gemîcîoglu ku der barê wê de biryara tehliyeyê hat dayîn, ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê derket.
Girtiya nexweş Yildiz Gemicioglu ku nexweşîna Wernicke Korsakoffê pê re heye û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê dihat girtin, ji girtîgehê derket. Rewşa tenduristiyê ya Gemicioglu li ber çavan hat girtin û bi biryara divê înfaza wê bê taloqkirin tehliyeya wê hat xwestin. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî Gemiciogluyê ji girtîgehê wergirt. Endamên ÎHD'ê Gemiciogluyê li ber girtîgehê pêşwazî kirin û hat zanîn ku ji bo biçe cem malbata xwe ber bi Edeneyê ve ketiye rê.
Gemicioglu, dest nîşan kir ku gelek girtiyên nexweş di girtîgehê de ne û divê demildest bên berdan. Gemîcîoglu anî ziman ku ji ber ew derketiye pir bextewar nebûye û wiha got: "Çimkî her roj mirov tên girtin."