AMED – Di çarçoveya operasyona ku li bejahiya navçeya Farqînê pêk hat de, 4 leşker birîndar bûn. Li herêmê pevçûn berdewam dike.
Duh dernegê şevê li bejahiya ku di navbera navçeya Farqîn, Licê û Pasûrê operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de li bejahiya Farqînê pevçûn derket. Di pevçûnê de 4 leşker birîndar bûn. Birîndar bi helîkopteran anîn Fermandariya Kolordû ya 7'emîn û ji wir jî bi ambulansan ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî.
Li herêmê operasyon didome.