AMED - Leşkerên qada bejahiyî ya navçeyên Farqîn û Hezroyê bombebaran kirin, li herêmê dest bi operasyonê kirin.
Li herêma di navbera gundên Boşat û Fişat ên Farqîna Amedê û gundê Berbûş ê Hezroyê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Herêmên bejahiyî û qadên daristaniyî yên gundan bi helîkopteran tên bombebarankirin û her wiha hat zanîn ku qereqolên li derdorê jî herêmê topbaran dikin. Ji ber bombebaranê li qadên daristaniyî duxan hêl dibe. Hat diyarkirin ku cî bi cî ji herêma operasyonê dengê çekan tê û her wiha nehat zanîn ka windahî çê bûne yan na.
Her wiha hat zanîn ku duh bi şev ber bi gundên Hacana, Koçera û Dalîtê yên Pasûra Amedê sewqiyata leşkerî pêk hatiye.