NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara qerfî ya heftane Leman, kuştina Felek Batur a 7 salî ku li Sêrtê polisan bi maşîneya zirxî qetil kir, kir berga kovarê.
Kovara Leman a heftane ku weşana qerfî dike, kuştina zaroka 7 salî Felek Batur a li taxa Çalê ya Sêrtê polîsan bi maşîna zirxî ew qetil kir, kir berga kovarê. Piştî Felek hat kuştin, bavê Felekê Cemal Batur, gotibû "Wêneyekî keça min jî tune bû." û xemginî û êşa xwe anîbû ziman. Kovara Leman, mijara kuştina Felek di berga kovarê de kir mijara sereke. Kovara Leman di berga kovarê ya vala de nivîsa bavê Felek Cemal Batur a "Li pişt Felek’ê wêneyek jî hema." derxist pêş. Kovarê li bin sernav agahiyên bûyerê bi vî rengî dan: "Maşina polîsan a zirxî ku li Sêrtê dewriye digeriya, li zarokên ku li kolanê diqelibandin xist. Maşîna zirxî ku li zarokan qeliband Felek li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û xwişka wê ya biçûk birîndar bû. Bavê Felek ê dilbiêş Cemil Batur telefona destê xwe ya vala nişan da û got: 'Wêneyek jî li peş keça min nema."