AMED - Baroya Amedê, ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Prz. Tarîh Elçî ku 23 meh berê li Sûrê hat kuştin bên dîtin û darizandin daxuyanî da. Rêveberên Baro diyar kirin ku 23 meh borî lê kujer li holê tune.
Serokê Baroya Amedê yê berê Prz. Tahîr Elçî, di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê li pêş çavê rojnamegeran û qeydên kamerayan hat kuştin. Di ser kuştina Tahir Elçî re 23 meh derbas bûn, lê hêj kujerên Elçî ronî nebûye û nehatin darizandin. Baroya Amedê ku her rojê înê çalakiyê pêk tînin û dixwazin kujer bên ronîkirin, dîsa li ber Edliyê kom bûn û daxuyanî dan çapemiyê. Baroya Amedê di hefteya 98’an de li ber Edliyê kom bûn û daxwaza dîtin û darizandina kujerê Elçî kirin. Parêzer bi cubeyêm xwe tev li çalakiyê bûn û Pankarka tu wêneyê Elçî û nivîsa kurdî tirkî ya "Em te ji bîr nakin" nivîsandibû vekirin.
Sekreterê Baroya Amedê Mahsum Bati, anî ziman ku di ser kuştina Elçî re 23 meh borîn, lê hêj kujer neahtine dîtin û nehatine cezakirin. Bati, anî ziman ku heta kujer bê darizandin û edalet cihê xwe bibîne dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Çalakî, bi rûniştina 5 daqîqeyan bi dawî bû.