STENBOL - Girtyên siyasî yên li Girtîgeha Hejnar 5 a Sîlîvriyê dimînin, dan zanîn ku gardiyan, leşker û heta bijîşk jî nasnameyê dispêrin wan.
Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê tên girtin, aşkera kirin ku nasnameyê li ser wan ferz dikin. 12 girtiyên çû nexweşxaneya kampûsê aşkera kirin ku çawûşê pispor bi gotinên wekî "hûnê nasnameyê li ser xwe bigerînin" zext li wan kiriye û bi rêya malbatan ev agahî dan: "Piştî girîtî dibêjin ku ew girtiyên siyasî ne, vê carê bi çêr û heqaretan bi ser wan de diçin. Gardiyanek jî dibêje ku 'ev terorîst in' piştgiriyê dide leşkeran."
BIJÎŞK: NASNAME NEBE EZ LI WE MÊZE NAKIM
Girtiyê lingê wî di alçiyê de û li Hejmar 5'an de dimîne der barê zextan de ev tişt ji malbatan re parve kir: "Gotine ku 'An tuyê nasnameyê bigirî, an jî em ê te nebin.' Girtiyên ku birine gel bijîşk vê carê jî bijîşk nasname spartiye wan. Bijîşk gotiye ku 'Tu çima nehatî.' Dema rewşa xwe dibêje, vê carê dibêje ku 'Nasname nebe ez ê li te mêze nekim' û ew jî wekî leşkeran tevdigere."
‘GARDIYANAN ÊRÎŞ KIR’
Hat destnîşankirin ku 2 girtiyên li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê bi êrîşa gardayanan re rû bi rû mane. Girtiyên bi navê Yavuz Ozdemîr û Ensar Soybaş di 22'yê Îlonê de dema dibin nexweşxaneya kampûsê, di vegerê de gardiyan dixwaze wan bixe rêzê û bide meşandin. Malabatan der barê vê rewşê de jî ev tişt got: "Girtiyên ku li dijî vê zextê derdikevin, gardiyan êrîşê wan dikin. Bi îdareyê re hevdîtinê dikin û bertekan didin nîşan. Lê îdare ji bo vê rewşê tiştekê nake. Girtî li ser vê bi dirûşma zextan şermezar dikin."