WAN – Di nav de Hevserokê Rêxistina DBP’a Wanê Ahmet Aygun jî heye ji 8 kesên dihatin darizandin 6 kes hatin berdan.
Li Wanê di 11’ê gulanê de di serdegirtinê malan de gelek siyasetmedar hatibûn binçavkirin û girtin. Di nav de Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Ahmet Aygun, Rêveberê DBP’ê ya Wanê Necmî Varhan, Berdevkê KCD’ê ya Wanê Ramazan Duman, Endamê Meclîsa DBP’ê Bariş Koyun, Ilyas Başak, Muyesser Çelîk, Alaattîn Daghan û Hevseroka TUYAD-DER’ê ya bi KHK’ê hatibû girtin Aynur Bagiş hene bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” dihatin darizandin. Rûniştina ewil a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Wanê hat dîtin. 8 girtî beşdarî rûniştinê bûn û parêzerên wan amade bûn. Malbatên girtiyan, rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî rûniştina dozê şopandin.
Piştî tespîta nasnameyan derbasî beşa parastinê bûn. Siyasetmedaran sucên avêtine ser wan qebûl nekirin û diyar kirin ku wan xebatên partiya siyasî dane meşandin. Siyasetmedaran berdan û berata xwe xwestin.
Piştî parastinan heyeta dadgehê Bariş Koyun, Muyesser Çelîk, Ramazan Duman, Necmî Varhan, Alaattîn Daghan û Aynur Bagiş berda û biryara domandina girtina Hevserok Ahmet Aygun û Ilyas Bagiş da. Doz taloqî 21’ê çile hat kirin.