AMED – Bi îdîaya kevir di destê ciwanê bi navê Yilmaz Erdogan de heye û kevir avêtiye polîsan 10 sal û 10 meh ceza lê hat birîn. Têkildarî ku Yilmaz kevir avêtiye dîlelek jî nîne.
Li Xaçerêya Oryil a Rezana Amedê di sala 2014’an de bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan şermezar kiriye û di destê wî de kevir heye doz li ciwanê bi navê Yilmaz Erdogan hatibû vekirin. Bi îdîayên “Li gel ku ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê çalakî li dar xistiye”, “Li dijî qanûna civîn û xwepaşandana meşan muxalefet kiriye”, “Li dijî polîsan li ber xwe daye”, “Propaganda rêxistinê kiriye” û “Desteserkirina maşîneyên veguhestinê” der barê Erdogan de li Dadgeha Cezayê Giran a 5’êmîn a Amedê doz hatibû vekirin.
DÊLÎLEK KU KEVIR AVÊTIYE TUNE YE
Yek delîl di dosyeya Erdogan de heye ew jî wêneyê wî li qada çalakiyê ku di destê wî de kevir heye hatiye kişandin. Di îdîanameyê de kevirê di destê Erdogan de wek çekê hat dîtin. Lê têkildarî ku Erdogan kevir avêtiye dîlelek û wêneyek jî tune ye.
HEM BERAT DIKE Û HEM CEZA DIBIRE
Dadgehê di meha Hezîrana 2017’an de biryar da. Dadgehê ji îdîayên “Propagandaya rêxistinê kirin” û “Desteserkirina maşîneyên veguhestinê” biryara beratê da. Lê dadgehê ji ber îdîayên “Li gel ku ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê çalakî li dar xistiye” 5 sal ceza, ji sûcê “Li dijî qanûna civîn û xwepaşandana meşan muxalefet kiriye” 3 sal û 4 meh û ji sûcê “Li dijî polîsan li ber xwe daye” jî 2 sal û 6 meh ceza li Erdogan birî. Bi tevahî 10 sal û 10 meh ceza lê hat birîn.