MELETÎ - Li Meletiyê li firinekê, ji bo pêdiviya nan a malbat û kesên xizan 8 sal in, bi bendikeke li firinê nan tên daliqandin. Kesên xizan her roj tên û nanê li bendikê werdigirin.
Li Taxa Kavaklibaglar a navçeya Dortyola Meletiyê, Firina Ozerê 8 sal berê ji bo malbat û kesên xizan li firinê dest bi daliqandina nan a bi bendikan (hilawistek) kir. Bi vî awayî kesên xizan pêdiviya xwe ya nan çareser dikin. Yên dewlemend, esnaf û mişteriyên din ji 2 nanan nanekî li bendekê dinivîsînin. Xwediyê firinê Hîkmet Ozer diyar kir ku, wan 3 sal berê ev firin dewr girtiye û vê sepandinê didomînin.
JI BO MALBATÊN XIZAN
Ozer destnîşan kir ku malbatên xizan serî li keyayê taxê didin û bi forma xizaniyê diçin firinê pêdiviya xwe ya nan a rojane pêk tînin û got: “Peywira keya ew e ku pêdiviya xizanan diyar bike û tenê formê tije bike. Ya mayî ji me re dimîne. Em rasterast nadin. Çimkî ev sepandin ji bo malbatên xizan hatiye çêkirin”.
‘DEMA TÊR NAKE EM JI KÎSÊ XWE DIDIN’
Ozer anî ziman ku niha 12 malbat pêdiviya xwe ya nan li vê firinê peyda dikin û dem bi dem hejmara malbatên nan werdgirin diguhere. Ozer got ku roj heye roj 85 nan û zêdetirê wê tê belavkirin. Ozer da zanîn ku, car heye dema nanê li bendekê diqede ew ji kîsê xwe nan didin welatiyan û wiha domand: “Carna nanê li bendekê têr nake. Wê demê em ji kîsê firinê didin. Bi saya mişterî û esnafên me nane bendekê zû bi zû xelas nabe. Yên du nanan bistînin nanekî ji bo bendekê dinivîsînin. 3 sal e em li vir in, lê belê ev tişt 8 sal in berdewam e. Ji ber vê yekê rewşa karê me jî baş e.”