EDENE - Meral Daniş Beştaş a HDP'î, mirina biguman a Mehmet Kîl a berî rojekê ku hat îdiakirin li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê înxîhar kiriye, bir Meclisê.
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê di 24’ê Cotmehê de hat îd,akirin ku Mehmet Kîl ê 24 salî întîxar kiriye. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş, mirina Kîl a bi guman bir Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM). Di pêşnûmepirsa Beştaş a xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul biberisvîne de, hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Kîl ji malbata xwe re gotiye ku gardiyanan bi gotina “Encex cenazeyê te dê ji vir derbike” gef li wî xarine.
Beştaş di pêşnûmepirs xwe de ev pirs ji Wezîrê Dadê Gul kirin:
"*Der barê bûyerê de têkildarî rayedar û gardiyanên girtîgehê de lêpirsîn hat destpêkirin?
*Raste ku gardiyanan gefa ‘Encex cenazeyê te dê ji vir derbikeve’ li Mehmet Kîl xariye?
* Der barê vê îdiayê de lêpirsîn hat destpêkirin?
*Berpirsê bûyera mirina li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê kî ye? Di serdema desthilatdariya we de çend girtiyan jiyana xwe ji dest dan?
* Di nava hemû mirinên li girtîgehan de çend ji wan mîna bûyerên întîxarê derbasî fermiyetê bûn?
* Ger Mehmet Kîl întîxar kiribe jî hûn difikirin ku bandora êrîşên polîtîkayên hikumet û rayedarên girtîgehê li ser çêbûye?
* Întîxarên di bin bandorên êrîşên li girtîgan pêk tên de, gelo berpisên wan kî ne?
*Gelo qeydên kamera yên têkildarî mirina Mehmet Kîl hatin lêkolîn kirin? Encamên hatin bidestxistin, di kîjan alî de ne?"