MÊRSÎN - Doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a li Mêrsînê hat dîtin, taloqî 22’yê Sibata 2018'an kirin.
Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîtaş ku li Mêrsînê hat vekirin, hat dîtin. Bi îdiaya di axaftina Demîrtaş a Rêxistan HDP'ê ya Akdenîzê ku di 27’ê Sibata 2016’an de kiriye, “Bi awayekê vekirî leşker û teşkîlata ewlehiya dewletê piçûk xistiye û heqaret li Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu kiriye” doz lê hatibû vekirin. Di doza ku di 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Mêrsînê hat vekirin de, parêzer amade bûn.
Parêzerên Demîrtaş parastin kirin û xwestin Demîrtaş ji bo parastinê bînin dadgehê. Dûre heyeta dadgehê daxwazên parêzaran red kir û ji bo temamkirina kêmasiyên dosyayê doz taloqî 22’yê Sibata 2018’an kir.